Nasîm Sîmîarî a li girtigeha Evînê tê girtin dest bi greva birçîbûnê kir

  • 15:13 22 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nasîm Sîmîarî ji ber bêyî ku derkeve dadgehê ev 7 mehe di girtîgeha Îranê de girtiye û ji bo mafê xwe yê parêzer girtinê bê par hatiye hiştin dest bi gireva birçîbûnê kir.
 
Nasîm Sîmîarî a ku li Tehranê dikana kuaforê de dixebite 18'ê Gulanê ji aliyê ajanên îstîxbarê ve bi hinceta tevlî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hat girtin. Nasîm Sîmîarî ku nêzî 7 meh berê hatibû girtin û di hucreyên yek kesî yên qawîşên 2-A û 1-A yên Girtîgeha Êvînê de dihat ragirtin, di 16'ê Mijdarê de sewqî Beşa Jinan a heman girtîgehê hat kirin.
 
Piştî 6 mehan ket qawîşê
 
Hate hînbûn ku Nasîm Sîmîarî ya ku ji bo bibe îtîrafkar zext li wê hatiye kirin, di meha 7’an a girtina wê de piştî dîmenên wê hatin girtin, sewqî beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat kirin.
 
Hat diyarkirin ku Nasîm Simiarî ??ku îfadeya wê hatiye girtin lê heta niha derneketiye dadgehê, bi kefalet berdan hatiye redkirin û mafê wê yê parêzer girtin jî hatiye astengkirin.
 
Ji bo protestokirinê dest bi greva birçîbûnê kir
 
Nesîm Simiarî ??ku ji bo protestokirina bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kir, bi îdiayên "Lihevkirin û peymana veşartî ya li dijî ewlehiya welat", "bombebarankirina cihên giştî", "xerakirina nîzam û aramiya giştî" tê sûcdarkirin.
 
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku mufetîşê ku li Serdozgeriya Êvînê dozên Nasîm Sîmîarî lêkolîn dike, ji ber sûcê siyasî-ewlehî yê parêzer nehatine dîtin, ji malbata Nasîm Simiarî ??xwestiye ku sebir bikin.