Ji NADA'yê daxuyaniya 25'ê Mijdarê

  • 13:37 25 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - NADA'yê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî 25'ê Mijdarê de bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê û qetilkirina jinan û xwest sûcdarên şer bên darizandin.
 
Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xezayê bi hezaran mirov li ber çavên hemû cîhanê hatine qetilkirin û xala 6’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku parastina mafên jiyanê dihewîne hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku di dîrokê de qetliamek wek li Xezayê nehatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê kampan bi çekên qedexekirî yên wek fosfora spî bomberan kiriye û di televîzyonan de xuya dibe ku gel bi awayekî vekirî îmha dike û hate bibîrxistin ku nexweşxane, cihên nîştecihbûnê û sivîl tên hedefgirtin.
 
‘Bêtevgeriya li dijî vê yekê şerm e’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û zarok berdêlên giran didin û wiha hat gotin:
 
‘Rewşên trajîk tên jiyên, jin neçar man di şert û mercên ne ewle de kurtaj bikin. Zayînên pêşwext çêbûn. Gelek karesatên bi vî rengî yên nayên rojevê û nayên axaftin qewimîn. Li Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên radîkal ve hatin tunekirin. Li Afganistanê rastî muameleya xerab hatin. Li Efrîn, Til Ebyed, Xeza, Şerîaya Rojava û Sûdanê ji cih û warên xwe bûn. Li Lîbyayê hatin qetilkirin. Berevajî femînîstên rojavayî ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ji bo piştevaniya jinên Ukraynayî rabûn ser piyan, welatên herêmê û cîhanê ji bo wan ranebûn ser piyan…Tevahiya rojê li ber kamereyan şahidiya qetilkirina gelê Xezayê û tevgernekirin, ji bo hemû kesan şermek e. Em wek Îtifaqa Femînîst a NADA’yê, van sûcên ku li ser gelê Xezayê tên kirin şermezar dikin.”
 
Ji bo civaka navneteweyî bang
 
Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê ji bo gelê Xezeyê hat kirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku divê li dijî kuştin û koçberkirina mirovan destwerdanê bikin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa welatên Ereb jî û wiha hat gotin: "Em bi bîr tînin ku gelê me yê li Xezayê bi petrola Ereban hat bombebarankirin û ev şerma herî mezin a li herêmê bû. Hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê tê binpêkirin. Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê yekê bêdeng in. "
 
‘Divê hesab were pirsîn’
 
 Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyarên komkujiyan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û ev daxwaz hatin rêzkirin:
 
 “*Li Xeza, Sûriye, Yemen, Lîbya, Sûdan û cihên din divê kesên ku li dijî jinan sûc kirine, werin şopandin.
 
* Divê rêxistina siyonîst ku li ber çavên cîhanê bi eşkereyî sûcên qirkirinê dike were dadgehkirin.
 
 * Divê hesab ji kesên ku li Xezayê û Şerîaya Rojava mehremiyeta jinan îhlal kirine were xwestin.
 
*Divê ji kesên ku li Xeza û Şerîaya Rojava mahremiyeta fizîkî ya jinan binpê dikin, bi taybetî tacîza zayendî û ji dagirkerên ku bi hovane dest dirêjî hîcaba jinan dikin hesab bê pirsîn.”