Li Hindistanê di encama lêketina biruskê de 24 kes mir

  • 16:43 27 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Gujarat a Hidistanê ku di bin bandora bahoz û baranê de ye, di encama lêkeina biruskê de 24 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Ev dû roj e Hindistan di bin bandora barana bi hêz de ye. Bi taybet li eyaleta Gujarat ya li Rojavayê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber barana bi hêz 23 kes birindar bûn, hate diyarkirin ku di encama lêketina biruskê de 24 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Li gora pisporan li hinek herêmên eyaleta Gujarat dibin bandora bager û baranê de di nava 24 saetan de 144 milimetre baran barî. Tê îfadekirin ku gelek malan zirer ditiye. Wezîrê çandiniyê Gujarat, Raghavij Patel di daxuyaniya ku di 27’ê Mijdarê roja dûşemê dayî de wiha got: “Ji bo tesbîtkirina windahiyan em ê di demek kurd de dest bi xebatan bikin.” Li gora encamên xebatê wê encama windahiyan were aşkerekirin.