Li Tanzanyayê lêhî û hezaz: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn

  • 11:52 4 Kanûn 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Tanzanyayê ji ber lehî û hezazê 47 kesî jiyana xwe ji dest daye û 85 kes jî birîndar bûne. 
 
Li welatê Efrîkaya Rojhilat Tanzanyayê ji ber lehiyê û hezazê 47 kesî jiyana xwe ji dest da û 85 kes jî birîndar bûn. Komîserê Herêma Manyarayê Queen Sendîga, di daxuyaniya 3’yê mijdarî da de diyar kir ku di nava fikaran de ne ku kesên di lehiyê û hezazê de jiyana xwe ji dest dane hêj di  bin axê de bin û ragihand ku li herêmên xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. 
 
Sendîga di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de wiha got: “Dermankirina 85 kesên hatine xelaskirin berdewam dike; birîndarên din jî ji nexweşxaneyan hatin derxistin. Hejmara miriyan derket 47’an.”
 
Serokê Dewletê Samîa Sûlûhû Hassan jî di peyama bidîmen a ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hate weşandin de diyar kir ku li gundê Katesh ê Herêma Hanangê 100 mal ji ber hezîna axê mane di bin hezazê de û got: “Em li dijî vê bûyerê matmayî ne.”