Yên behsa bihûştê kirin îsal jî zextên xwe li ser jinan dewam kirin

  • 09:02 15 Kanûn 2023
  • Cîhan
 
Melek Avci
 
ENQERE - Di 2023’an de jî tundî, qetilkirin û destdirêjiya li ser jinê li hemû cîhan û Rojhilata Navîn hat meşandin. Ev hemû wek kakila Rojhilata Navîn di 2023’an de derketin pêş me. Nokteya hevdîtina jinan a ji aliyê netew dewletan ve hat redkirin jî tevgera rizgariya jinan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.
 
Salek din  derbas bû û li Rojhilata Nasvîn di alî rêxistibûna berxwedan û mafê jinan de geşedanên girîng hatin jiyîn. Di 2023’an de yên herî zêde zirar dîtin jin bûn û di eniya pêş de rola pêşeng lîstin.
 
Şoreşa jin jiyan azadî: Rojhilat û îran
 
Li Îranê di 16’ê îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetilkirin. Ewil li herêma Rojhilat piştre jî li hemû bajarên Îranê bi pêşengiya jinan çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kirin û agirê wê hîna didome. Agirê ku jinan pêxist di destê gelan de ye. Li herêma Rojhilat û Îranê îsal jî me şahidiya komkujiyên hikûmeta Îranê kir. Di 3’ê cotmehê de li Tehranê zarokek 13 salî ya bi navê Armîta Ground ya Kurd bi îşkencê hat qetilkirin. Armîta 16 salî bû û bi hinceta serê xwe negirtibû îşkence lê hat kirin. Yên xwestin tevli cenaze bibin hatin astengkirin û binçavkirin. Ji jinên hatine binçavkirin hîna agahî nayên girtin. aktîvîsta Kurd Warîshe Moradî û bi hezaran ên din bi zor hatin windakirin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û daxwqz kir ku bila yekîneya Gaştî Îrşad ya wek ‘polîsên ahlaqê’ tên nasîn bên rakirin. Lê îranê di vê mijarê de gav navêt.
 
‘Tevî zextan berxwedan didome’
 
Jin diyar dikin ku divê ev pergal biguhere. Aktîvîsta Îranî Ghazale Motamed wiha dibêje: “Jinan di sala dawî de li dijî komara îslamî ya Îranê tevî hemû zextan têkoşîn daye. Hikûmetê ji berê zêdetir zext û îşkence kiriye. Li gelek jinan doz hat vekirin û cezayên pere yên giran hatine birîn. Li hember jinan bûyerên nefrete hatin jiyîn. Jin ji kar hatin avêtin. Hatin surgunkirin. Xwendekar ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Lê tevî vê  têkoşîn û berxwedana jinan berdewam kir.”
 
Rêxistinbûna jinan pêk hat
 
Ghazalê di berdewamiya nirxandinê de wiha dibêje: “Tevî zextan jinan şûnde gav navêt. Di çalakiyên tundiyê de hinek jin hatin qetikirin. Wek jina ciwan Armîta Ground. Li her derê ez dikarim bêjim tevger û têkoşîna jinan heye. Jinan xwe rêxitin kir û civaka jinan a Îranê wê tu carê şûnde gavê navêje. Di sala nû de ji nûve avakirina hêza rêxistibûna jinan girînge.  Ji bilî avakirina jinûve a civak û berxwedanê wekê din rê tuneye.Jinan xwe rêxistin kir. Wêrek bûn. Berxwedan û dest ji berxwedanê bernadin.”
 
Jinên di bin erde de perwerda dan jiyîn: Afganîstan
 
Ne tenê li Îranê li Afganîtsanê jî li dijî tundî û zextên li ser jinan xeta berxwedanê pêş ket. Di 2021’ê de TAlîban rêveberî dîsa girt bin kontrola xwe û ji wê demê heta niha zext û komkujiyan berdewam kir.Sala borî de bi sedan jin hatin qetiklirin , destdirêjî û tundî li jinan hat kirin. Li dijî polîtîka bêcezahiştinê jinan çalakiyên berxwedanê meşandin.Li dijî tundiyê li ser çapemeniya civakî çalakî meşandin.
 
Welatê qedexeyan
 
Di 2023’an de gelek qedexe ji bo jinan hatin danîn. Di 29’ê Çile de jin negirtin ezmûnên ketina zanîngehan û perwerda zanîngehê li jinan hat giritn. Jinên tip dixwendin ketine ezmûnên fînalê di 27’ê sibatê de li wan qedexekirin. Radyoya dengê jinan di 31’ê Adarê de hat girtin. Ji bo rojnamegerên biyanî yên jin astengî anîn û 25’ê Nîsanê de ketina wan ya welat hat qedexekirin. Di 3’ê Tîrmehê de salonên kuafurê hatin girtin. li ser vê biryarê 60 hezar jin betal man. Di 6’ê tebaxê de zarokên keç yên di ser pola 3’emîn de şandin malê. 
 
‘Hevalên me hatin qetiklirin, protestoyên me berdewam kirin’
 
Jinan li dijî bêdengiya navneteweyî gelek çalakî pêk anîn. Jinan li dijî bêdengiyê 1’ê îlonê de li Almanyayê greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakiya jinan 12 rojan berdewam kir û hat gotin ku divê demidlest dawî li hevkariya dewletan a bi Talîban re bê. Jinan ji bo jinên Kurd Êzidî yên bi wan re di piştevaniyê de ne li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) name şandibû. Mursal Ayar ku berê ji aliyê Talîban ve hatibû girtin wiha digot: “Li Afganîstanê sê sale tunfî û zext hene. Wek mînak; hatin girtin, îşkence dîtin, hatin qetilkirin, bi zor hatin zewicandin û her cureyê tundiyê li esn hat kirin. Hevalên me hatin girtin qeitlkirin lê têkoşîna me berdewam kir.”
 
‘Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne’
 
Mursal daxuyakirin ku piştî Talîban hatiye mafê jinan di her qadê de şûnde ketiye û ev rewş di 2023’an de hîn bêtir xera bûye, jinan zêdetir tundî, zext û zilm dîtiye. Mursal bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî vê bêdeng nemînin.
 
Tundiya aborî û zayendî ligel hev: Lubnan
 
Li Lubnana ku krîza aborî û newekheviya zayendî di asta herî jor de tê jiyîn, li ser jinan cot tundiyê ava dike. Newekheviya zayendî li welat bi krîza aborî re dibe yek û wek tundî li jinan vedigere. Wek gelek welatî li Lunanê jî tundî, qetilkirin û newekheviyek mezin li ser jinan tê meşandin. Krîza aborî ya tê jiyîn bandorek mezin li ser jin û zarokên keç dike û yek ji van bandoran jî di temenê biçûk de zewicandine. Li gorî lêkolînên hatine kirin malbat di navbera 50-100 dolarî de zarokên xwe di temenê biçûk de dizewicînin. Her weiha jin di nokteya mafê mîrate, destberdan, mafên şexsî de  tu fêdeyê nagirtin û tundî û qetilklirin jî zêde bûne.Li welat polîtîka bêcezahiştinê jî ddidome. Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafê Mİrovan, zewaca temenê biçûkde rîska pirsgsirêkên destdirêjî, binpêkirin, tundiya maf malê û tenduristiyê zêde dike.
 
Berxwedana jinan bi paradîgmayê re tê gel hev
 
Li Lubnanê berxwedana jinan li ser paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rêxistinkirin. Nîqaş û çaeserî jî li Lubnanê li ser vê tê pêşxistin. Herî daweî di 19’ê Tebaxê de Komeleya Jiyanê ya Jinan, Komeleya Civaka Newroz û Însiyatîfa NUN a Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan li Beyrudê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’  ‘Konferansa Tecrubeyên Tevgera Jinên Navneteweyî’ pêk anîn û konferans du rojan berdewam kir.Ji 12 welatan 100 jin tevi konferansê bûn û li ser felsefe û fikrên Abdullah Ocalan axivîn.
 
Berdevka Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Lubnanê (NUN) Sewsen Şoman,da zanîn ku tevî hemû berxwedanê bûyerên tundiyê zêde dibin û wiha got: “Li Lubnanê tundî û zextên li ser jinan her diçin zêde dibin. Ev alozî rê li ber tundiyê vedike. Li welat her wiha krîzek aborî ya mezin heye. Yên herî zêde bi bandor dibin jî jin in. tundiya li ser jinan zêde bûye. cînayetên namûsê mirovan dike fikaran.Di mafê mirovan de şûndeketinek heye. Jin di alî fîzîkî û rihî de têk diçin. Di alî mafan de şûndeketinek mezin heye. Jin di berxwedanan de cih digirin ji ser sedemên cuda xwe didin alî.  Ji hikûmetê bendewariya me tuneye. Hêviya me tuneye. Welat felç bûye. Ji ber vê divê komeleyên jinan dengê xwe bilind bikin û berxwe bidin.”
 
Şerê fîzîkî û komkujî: Fîlîstîn
 
L Fîlîstînê em dibînin ku şerekî fîzîkî tê meşandin. Koma oldar Hamas ku fuzeya yekem avêt û şer dest pê kir, bi salane ev şer di navbera Fîlîstîn-Israîlê de didome. Şer ji nû ve veguherî komkujiyê. Di şerê navbera Hamas û Israîlê de sivîl hatin qetilkirin û ji destpêka şer heta niha 16 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Her her şerî de yên herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Li gorî pisporên NY’ê êşa mezin a şerê Israîl û Gazzeyê zarok û jin dikşînin. Operatorê taybet yê NY’ê Reem Alsalem wiha got: “Ev hovîtî hem jin û hem mêran bi bandor bike jî  herî zêde bandor li ser jinan kiriye. Bi awayekî sistematîk û bi xof jinên Fîlîstînê bi tundî û newekheviyê re hatine rû hev.”
 
Buyerên di alî tenduristiya jinê de hatine jiyîn
 
Di şerê li dijî jinên Fîlîstînê de, ligel pirsgirêkên tundî, destdirêjî û qirkirinê pirgirêkên tenduristiyê jî rû dane. Di nav şerê dagirkirinê ya şerîda Gazeyê de, hewcedarî êdî bûne wek luks, bi taybet jin nikarin xwe bigihînin alavên hîjyen û tenduristiyê. Hewcedariya avê nayê peydakirin. Di vî şerî de jinên jiyana xwe didomînin di şertên giran de li dijî pirsgirêkên tenduristiyê têdikoşin.
 
Pêşengên şer di ‘wekheviya’ ol de hevkar in
 
Em li kesên ku zextên li ser jinan zêde dikin û guleyan direşînin dinêrin, dibînin ku di esasa peyman û berjewendiyan de dibin hevpar û di ‘wekheviya ol’ de hevkar in. Me ev di 2023’an de baş dît.  Tirkiyeya ku heyeta Talîban kir mîvan û li hember Rojava êrîşan pêk tîne, ji bo Fîlîstînê çalakiyan û bernameyan pêk tîne. Dûrûtiya Tirkiyeyê bi bazriganiya ku bi Israîlê re dike her tiştî derdixe holê. Bi piştgiriya ku dide Hamasa ku berdewama Talîbane, peyama ligel jinên Fîlîstînê ye da.  Hîzbûllah û HudaPar ya salên 90’î d eli Tirkiyeyê aktorê kuştinên kiryar nediyar bû diyar kir ku piştgiriyê dide têkoşîna Fîlîstanê. Zextên li hember jinên Kurd berdewam kirin û li Îranê tevgera jinan ya hat jiyîn li qada navneteweyî deng da. Ev hemû wek kakila Rojhilata Navîn di 2023’an de derketin pêş me. Nokteya hevdîtina jinan ya ji aliyê netew dewletan hat tunekirin jî tevgera rizgariya jinan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.