Di encama êrişên Îsraîlê de 19 hezar û 667 kes mirin

  • 13:54 20 Kanûn 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 74’an a êrîşa Îsrailê li ser Xeza 52 hezar û 600 avahî bi temamî hilweşiyan, 254 avahî zerer dîtin. Hêjmara miriyan bû 19 hezar û 667, 7 hezar kes jî hêj winda ne. 
 
Êrîşên Îsrailê li ser Xeza bi balafirên şer û topan berdewam dike. Artêşa Îsrailê, di saetên şevê de 2 avahiyên li taxa er-Rimal a bajarê Xaze kir hedef. Li gora ajansa fermî a Filistinê WEFA, tîmên tedirûstiyê, ji bin xirbeyên kuavahiyên ku di bombardûman Îsrailê de 50 cenaze û 12 birindar derxistine. 
 
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo herî kêm 50 kesên windayên di bin xirbeyan de mane didome. Her wiha tê diyar kirin di navbera hêzên Îsraîlî yên ku bi rêya bejahî bi taybet li bakur derbasî Zîvala Xezayê bûn û berxwedêrên Filistînê de, şer û pevçûnên tund diqewimin.
 
Hejmara miriyan zêde dibe
 
Li gorî daxuyaniya dawî ya Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezayê; Di êrîşên ku Îsraîl 74 roj in li Zîvala Xezayê didomine de, herî kêm 8 hezar hê zarok û 6 hezar û 200 hê jin bi giştî 19 hezar û 667 kesan jiyana xwe ji dest dan. 52 hezar û 586 kes jî birîndar bûn.
 
Di bin xirbeyên avahiyan de 7 hezar kes winda ne
 
52 hezar û 600 avahî bi temamî hilweşiyan, bi giştî 254 hezar avahî xisar dîtin. Nêzîkî 7 hezar kes di bin xirbeyên avahiyên ku di êrîşan de hatin hilweşandin de winda bûn û ji sedî 70’ê wan ji jin û zarok pêktên. Li Xezeyê 23 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin, Îsraîlê 140 saziyên tenduristiyê hedef girt xîsar da û  102 ambûlans jî anî rewşa nayê bikaranîn.
 
‘90 dibistan û zanîngeh bi temamî hilweşiyan’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Îsraîlê li Xezayê 126 tesîsên dewletê, 90 dibistan û zanîngehan hedef girt û bi temamî hilweşand û bi tevahî li 282 dibistan û zanîngehan jî zirar da. Di daxuyaniya ku hate diyarkirin di êrîşan de îbadetxane jî hatine hedefgirtin, 3 dêr û 112 mizgeft hat hilweşandin û 200 mizgeft jî xisar dît.
 
'Hejmara mirovên ji cih û warên xwe bûn 1,8 mîlyon derbas kir'
 
Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê 99 xebatkarên tenduristiyê û 8 rojnamevan rehîn girtiye, hat diyarkirin 310 xebatkarên tenduristiyê, 35 erkdarên parastina sivîl û 97 rojnameger qetil kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezayê hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne milyonek û 800 hezar derbas kiriye û li navendên qelebalix ên ku koçber lê stargeh dibin, ji ber kêmasiya paqijî, derman û xurekê 355 hezar nexweşên şewbê hatin tespîtkirin.
 
'Ger ava biewlê nebe wê gelek zêde zarok bimirin'
 
Ji aliyê din ve Rêvebera Giştî ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russell, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û wiha got: "Ger ava biewle nebe wê di rojên pêşiya me de gelek zarok ji xizanî û nexweşiyan bimirin." Catherine Russell, wiha got: "Zarok û malbatên wan neçar dimînin avên ji çavkaniyên ne ewle yên ku pir şor an jî qirêj tên, bikarbînin.”
 
Li KENY’ê dengdan cara duyemîn hat taloqkirin
 
Dengdana li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li ser pêşnûmaya biryarê ya li Xezayê ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng tê xwestin pevçûn bê sekinandin, cara duyemîn hat taloqkirin. Tê diyarkirin DYE hêj ji bo pêşnûmaya Xezeyê ya ji aliyê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban ve hatiye amadekirin îkna nebûye û welatên piştgiriyê didin jî ji bo pêşnûmaya ku di derbarê mijarê de hatiye pêşkêşkirin careke din neyê vetokirin, biryara domandina muzakereyan girtine.
 
Piştî vê yekê, di dengdana ku di 8’ê Kanûnê de li KENYê hat kirin de, pêşnûmeya biryarê ku li Xezayê agirbesta mirovî ya lezgîn daxwaza dike, ji aliyê DYEyê ve hatibû vetokirin.
 
Raporterê NY’ê ji bo pêşîgirtina qirkirina li Xezayê bang kir
 
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, qurbaniyên qirkirina ya di sala 1994'an de li dijî Tutsiyan a li Ruandayê hat pêkanîn bi bîr anî û wiha got: "Tevî ku divê rabirdû tu caran neyê jibîrkirin jî, Rwanda amade ku wek welatek nûjên û yekgirtî bine pêşerojeke geş ava bike.” Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bersiv da vê parvekirinê. Francesca Albanese, destnîşan kir ji bo bîranîna qurbaniyê qirkirina berê rêya herî baş hemû rayaya xwe ji bo pêşîgirtina qirkirineke din a li Xezayê tê kirin bi kar bînin e û wiha got: "Nexwe, daxuyaniya we ya girîng a bibîranînê ya îro, dibe ku ne samîmî bê dîtin.” (NûJINHA)