Di 2023’yan de li cîhanê çi qewimî?

  • 09:04 31 Kanûn 2023
  • Cîhan
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Ewropayê heta Amerîkayê ji Afrîka heta Asyayê seranserê salê berxwedana jinan derket pêş. Bi ‘jin jiyan azadî’ ne tenê 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de, li dijî tundiya mêr li her derê jinan cihê xwe girt. Ji aboriyê heta siyasetê, ji krîza avhewayê heta tenduristî, ji spor heta çand û hunerê li her derê dengê xwe bilind kirin.
 
Di 2023’yan de li seranserê cîhanê jinan berxwedana xwe domand. Li Fransa, Almanya, Meksîka, Hîndîstan û DYA’yê ku mafê jinan her çû şûnde ket, berxwedana jinan jî bilind bû. Li seranserê cîhanê têkoşîna jinan hevpar bû.
 
Di 2023’yan de geşedanên derketin pêş me berhev kirin.
 
Çile
 
Li Rojhilat, berxwedana piştî Jîna Emînî hat destpêkirin di meha ewil a salê de li Ewropayê berdewam kir. Li Koln a Almanyayê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd mîtîng û meş pêk hatin.
 
Zarokên winda
 
Di meha ewil a salê de mijara derket pêş zarok bûn. Derket holê ku 200 zarokên li Ingîlîstanê daxwaza starbûnê kirine winda ne. Di vê mijarê de rêxistinên mafê mirovan nameyek ji serokwezîr Rîshî Suna re nivîsîn û daxwaza lêpirsînê kirin. Ev zarok ji sedî 88 ji Arnavutê bûn û yên din jî ji Vîetnam, Pakîstan, Tirkiye, Afganîstan, Hîndîstan û Misirê bûn.
 
Li Almanyayê daxwaza heqdestê wekhev
 
Li Almanyayê li dijî binpêkirina kedê û newekheviya di qada jiyana kar de çalakî pêk hat û jinan daxwaza heqdestê wekhev kir.
 
Sibat
 
Li eyaleta Assam a Hîndîstanê der barê zewaca zarokan de ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin. Li eyaletê 4 hezar bûyerên zewaca zarokan derket holê û her wiha di temenê zarokatiyê de welidîn û mirina dê û pitikan jî zêde bû.
 
Sûcên li dijî zarokan zêde bûn
 
Li Portekîzê derket holê ku ji 1950’an heta niha kesên li Dêra Katolîk xebitîne destdirêjî herî kêm li 4 hezar û 815 zarokan kiriye. Li aliyê din der barê sûcê destdirêjiyê yên li dêran li Almanya, Fransa, Îrlanda, Avusturalya û Hollandayê rapor hat amadekirin.
 
Mafê Kurtajê
 
Salên borî de mafê kurtajê li gelek welatan bû hedef. Di rapora ku Equîpop amade kiriye de hat gotin ku Dadgeha Bilind a DYA’yê mafê kurtajê betal kiriye, li Afganîstanê perwerde li jinan hatiye qedexekirin li Polonyayê xwegîhandina mafê kontrola welidînê hatiye sînorkirin.
 
Di meha sibatê de li bajarê Crotone yê bajarê Calabrîa ya Îtalyayê keştiya penaberan qulipî û 40 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Adar 
 
Bi wesîleya 8’ê Adarê di serî de li Almanya, Polonya, Swêd, Fransa, Îngîlîstan û Îtalyayê li gelek welatan jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Yekitiya Ewropayê beriya 8’ê Adarê der barê sûcên zayendî yê li hember jinan biryara cezakirina gumanbarê tundiyê da. Bi hewldana Hollandayê biryar hat girtin.
 
Navê Fîdan Dogan li qadê danîn
 
Navê Fîdan Dogan a bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re li Parîs a Fransayê hatibû qetilkirin li bajarê Rennes li qadekê danîn.
 
Krîza avhewayê
 
Li seranserê cîhanê di nav salê de jinan li dijî krîza avhewayê di çalakî û bernameyan de pêşengî kir û li Swîsreyê di çalakiya pêk hat de ji 2 hezarî zêdetir jin tevli bûn.
 
Nîsan
 
Di 2023’yan de jinan li dijî tundî, destdirêjî, qetilkirinan dengê xwe li her qadê bilind kirin. Li Hîndîstanê serokê federasyona Gureşê ya Hîndistanê Brîj Buhuşan Sîngh destdirêjî 10 jinên gureşê dikin kir. Jinan der barê gumanbar de gilî kirin û çalakiyên protestoyî pêk anîn. Lê der barê jinên ku tevli meşa protestoyî bûn de doz hat vekirin.
 
Li Tunusê komxebatek ku 4 rojan berdewam kir pêk hat.
 
Li Sudanê pevçûnên navxweyî salekê berdewam kir. Li welat pergala tenduristiyê bi gelek krîzan re hat rû hev. Nexweşxane hat bombebarakirin û derman qediyan. Doktor ji welat reviyan. Nexweşî li Sudanê zêde bûn. 3 mîlyon jin mexdûr bûn.
 
Gulan
 
Li cîhanê di 2023’yan de gelek karaset hatin jiyîn. Yek ji van li herêma Başûrê Kîvu yê Komara Demokratîk a Kongo pêk hat. Ji ber barana zêde lehî rabû 400 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Ruandayê jî herî kêm 131 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Yekitiya Ewropayê (YE) bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê Peyman Stenbolê îmze kir. Tirkiye di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de ji peymanê derket. 
 
Li Bolîvyayê bi armanca protestokirina sûcên zayendî yên li hember zarokan li gelek bajaran meş pêk hat.
 
Li Fransayê yek ji sembola berxwedana li dijî dagikirina Nazî Odette Nîles 100 salî jiyana xwe ji dest da.
 
Li DYA’yê 400 sal berê 11 kes bi hinceta ‘pîrebokiyê’ hatibûn darvekirin. Çalakiya protestokirina bûyerê pêk hat.
 
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY’ê (FAO) û Bernameya Xurek a Cîhanê (WFP) raporek weşand û got li Haîtî, Sahel û Sudanê rîska birçîbûnê zêde bûye. Her wiha Afganîstan, Nîjerya, Somalî, Başurê Sudanê û Yemen jî li van herêman hat zêdekirin.
 
Hezîran 
 
Konseya Yekitiya Ewropayê tevlibûna NY’ê ya Peyman Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê (Peymana Stenbolê) erê kir. 
 
Li Ekvadorê doktoran ji bo Bella Montoya ku dilê wê sekinî îlana mirinê da lê piştî saetan şûnde ji tabutê deng hat û derket holê ku Bella dijî.
 
Seranserê salê ji ber krîza avhewayê li cîhanê rêjeya germê zêde bû. Li Hîndistanê di du rojan de 46 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Meksîkayê ji ber bûyerên hewaya El Nîno bi sedan çûk mirin.
 
Di mekanîzmayên biryê de kotaya jinê ya ji sedî 40
 
Hikûmeta Norveçê di lijneyên rêveberiyên şîrketên mezin û navîn de ji sedî 40 kota jinê pêk anî.
 
Li Cenevre ya Swîsreyê 53’emîn rûniştina Konseya Mafê Mirovan a NY’ê berdewam kir.
 
Li Fransayê zarokekî 17 salî dema wesayîta xwe bi kar dianî ji aliyê polîs ve hat qetilkirin. Welatiyan li seranserê welat çalakiyên protestoyî pêk anîn û di protestoyan de 150 kes hatin binçavkirin.
 
Tîrmeh
 
Rojnamegerên jin îsal jî di hedefe de bûn. Rojnamegera Rûs Elena Mîlaşîna û parêzer Aleksander Nemoz, li Groznî ya Çeçenîstanê hatin sekinandin û lêdan xwarin. 
 
Parlamentoya Belçîkayê di 27’ê Hezîrana 2023’yan de qanûna bi navê ‘Femînîsîdê bidin sekinandin’ derxistin.
 
Seranserê salê keştiyên ku penaber digirin hatin rojevê. Yek ji vê di meha tîrmehê de pêk hat. 3 keştiyên ji Senegalê derket û diçû Gravên Kanaryayê û 300 kes tê de bûn agahî jê nehat girtin. 
 
Li Hîndîstanê bûyerên tundiyê seranserê salê berdewam kirin.
 
Tebax
 
Li Meksîkayê stranên tundiya jinê teşwîq dikirin hatin qedexekirin. Li Nepalê zaroka 16 salî Anîta Chand ku ji ber pêkanîna chhaupadî  li kulubeyekê hat girtin mar pê veda û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li seranserê cîhanê aktîvîstên avhewayê li dijî krîzê  di çalakiyê de bûn. Pevçûnên li Sudanê yên di navbera artêş û hêzên paramîlîter de berdewam kirin.
 
Boko Haram li Nîjeryayê êrîşên xwe yên li hember jin û zarokan îsal jî bê navber pêk anîn. 
 
Îlon 
 
Mafê kurtajê li her welatekî di rojeva jinan de bû. Dadgeha Bilind a Meksîkayê diyar kir ku kurtaj di asta federal de ji sûc derxistine.
Di fînala Kupaya Cîhanê ya Jinan a FIFA de, Tîma Futbolê ya Jinan a Ispanyayê Îngîlîstan têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Di merasîma madalyayê de serokê RFEF Luîs Rubîales li ber kamerayan futbolîst Jennî Hermosu li ber kamerayan tacîz kir. Juîs ji peywirê hat girtin û lêpirsîn hat vekirin.
 
Piştî Jînayê çalakî li her derê belav bûn
 
Piştî Jîna Emînî berxwedana hat destpêkirin di 2023’yan de berdewam kirin.
 
Li Hîndîstanê pêşnûmeya ku dixwest hejmara jinên li meclîsê zêde bibe ji meclîsê derbas bû. Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê ya Bangladeşê (DGHS) da zanîn ku li seranserê welat hejmara kesên ji humma dang jiyana xwe ji dest dane 909 e.  Li Başûrê Amerîka û Karayîpan ji bo kurtaj ji sûc bê derxistin  daketin qadan.
 
Cotmeh 
 
Peymana Stenbolê ya pêşî li her cureyê tundiya li ser jinan digirt, di 1’ê cotmehê de li Yekitiya Ewropayê ket meriyetê. Xebatên Tip  û Aboriyê yên Nobelê jinan girt. Li bajarê Barîloche ya Arjantînê Hevdîtina jinan a pir neteweyî ya 36’emîn pêk hat.
 
Li bajarê Rabat a Fasê bi hezaran kesên hatin gel hev êrîşên li hember Fîlîstînê şermezar kirin.  Li Îzlandayê bi dehzaran jin ji bo tundiya zayendî û tundiya civakî, newekheviyê şermezar bikin dest ji kar berdan.
 
Mijdar 
 
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li gelek welatî jin daketin qadan.
 
Li Parîsê  Konferansa Ciwanan a Cîhanê pêk hat. Li Fasê 16’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Salê ya Navnetweyî pêk hat.
 
Kanûn 
 
Hikûmeta Polonyayê ji bo jinan kurtaj kiribû wek tazminata manewî 15 hezar Euro, wek zirara aborî jî hezar û 4 Euro tazminat da.