Boko Haram li Nîjeryayê jin û zarokan direvîne

  • 11:22 8 Adar 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rêxistina terorê ya Boko Haramê, ji 100’î zêdetir xwendekarên Nîjeryayî û mamosteyek revandiye.
 
Li gorî ragihandina xwecihî ya Nîjeryayê, Boko Haramê li bajaroka Kuriga ya li bakurê rojavayê welat ji 100’î zêdetir xwendekarên Nîjeryayî û mamosteyek revand. Şahidan bûyerê, diyar kirin ku kesên çekdar bi motorsîkletan ketine dibistanê û dan zanîn ku ji 100’î zêdetir xwendekarên temenê wan di navbera 8-15 salî de û mamosteyek revandine. Hat diyarkirin ku di dema êrîşê de xwendekarek ji aliyê çekdaran ve hatiye birîndarkirin û xwendekar li Nexweşxaneya Bîrnînê Gwarî tê dermankirin.
 
Jin û zarok hatin revandin
 
Hikûmetê heta niha jî der barê çalakiya Boko Haramê de tu daxuyaniyek neda û tê gotin ku rêxistinê duh jî bi dehan jin û zarokên ku li kampa penaberan diman û ji bo komkirina daran çûbûn daristanê revandiye. Tê diyarkirin ku der barê vê êrîşa li herêma Gamboru-Ngala ya di sînorê Kamerûnê pêk hat de operasyonek hatiye destpêkirin. Nûnerê NYê ya rojnameya Daily Trust a Nîjeryayê Muhammed Malik, di nûçeya xwe de diyar kiribû ku hejmara kesên hatine revandin 200’e.
 
Xwendakarên keç hatibû revandin
 
Boko Haram ku ji sala 2009’an ve li ser kar e, di sala 2014’an de ji dibistaneke dewletê ya li eyaleta Bornoyê 276 xwendekarên keç revandibû. Li Nîjeryayê, di demên dawî de li deverên cuda yên welat ji bilî çeteyên çekdar, bi êrişên rêxistinên terorîst Boko Haram û ISWAP ku şaxên DAIŞ'ê yên Rojavayê Afrîkayê ne re rû bi rû dimîne.