Hevserokên giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyek siyasiye

  • 16:00 2 Nîsan 2024
  • Ramyarî

ENQERE- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari , nedayîna mazbata hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan got divê demildest ji biryarê vegerin. Hevserokê giştî Tuncer Bakirhan jî daxuyakirin ku ev darbeyeke siyasiye.

 
Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, de barê darbeya hilbijartinê ya li Wanê hatiye kirin li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxuyanî dan.
 
‘Ev darbeyek siyasiye’
 
Tuncer Bakirhan nedayîna mazbataya hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeyran wek biryareke darbeya siyasî nirxand û got: “Em bi rêbazeke ku xespkirinê re rû bi rû ne. Di serî de şaredariya bajarê mezin a Wanê û 14 navçeyên wê hemû hatin girtin. Diyare ku ji vê rewşê ne rehetin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ev darbeyeke siyasiye.Divê dawî li vê pêkanînê bê. Îradeya gel nikare bê guhertin.”
 
Tulay Hatîmogullari: Em qebûl nakin
 
Hevseroka Gitşî Tulay Hatîmogullari jî axivî û wiha dirêjî dayê: “Li Wanê 14 şaredarî hatin girtin. Li Tirkiyeyê mînaka vê tuneye. Serkeftineke ku nehatiye dîtin hatiye bidetxistin. Ev serkeftin ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye bidestixin. Nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan qebûl nakin.  Emê li dijî vê darbeya siyasî bin. Ev darbeyeke siyasiye.  Desthiladarî bi vê hilbijartinê têk çûye. Ji ber vê dixwaze tola xwe ji DEM Partiyê bigire. Em îtîraza w dikin.  Wê ew ji wijdana gel xilas nebin. Wê yek bi yek hesab bidin gel. Em bang li rayagitşî dikin. Bila YSK îtîraza me girêdayê hiqûqê binirxîne. Ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye. Gelên Tirkiyeyê îtîraz dikin. Em banga hestyariyê li rayagiştî dikin.”