Xelkê Şirnexê daket qadan

  • 16:41 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Welatiyên li navenda Şirnexê mudaxilekirina hilbijartinan a bi rêya leşkerên “veguhestî” protesto kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zekî îrmez, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar û bi sedan welatî ji bo li navenda Şirnexê û navçeya Qilebanê l li dijî encamên hilbjartinê îtîraz bikin, çûn ber deriyên edliyeyê û rastî êrişa polîsan hatin. 
 
Dema şande ber bi Edliyeya Şirnexê ve dimeşiya, pêşiya wan li Qada Omer Kabakê ji hêla polîsan ve hate girtin. Şande û welatiyan israr kirin ku bi meşin û li ser vê yekê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan bi gazên îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Di êrişê de bi dehan kes hatin binçavkirin. 
 
Di êrişê de şêwirmendê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Erkan Tepelî birîndar bû. Namzetê DEM Partiyê yê Şirnexê Turan Saltan jî rastî êrişê hat û xwin ji pozê wî hat. 
 
Di heman demê de polîsan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.