Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Em tu tayînkirinê nabînin

  • 17:56 2 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der bare dijhiqûqiya li Amedê daxuyaniyek da û got: “Em her hevalên xwe yên hatine hilbijartin îradeya gel dibînin. Em tu tayînkirinê rewa nabînin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê yaAmedê li Parka Rojava daxuyaniyek li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê da. Hevşaredarên bajarê Mezin a Amedê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi sedan kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu beriya daxuyaniyê axivî û da zanîn ku divêli hemger îradeya Kurdan a ji sindoqê derketiye rêzdarî hebe û got qeyûmên tayînê îradeya geldibin nas nakin.
 
Berdevkê demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Baer Babur jî axivî û got mafê hilbijratinê hatiye xespkirin û daxuyand ku ew darbeya AKP-daraz-YSK’ê qebûl nakin. 

Piştî axaftin û daxuyaniyê bi sedan kesî çalakiya runiştinê pêk anîn û daxuyanî bi dawî kirin..