'Pîrozkirina rojbûna Rêbertî çîroka min a herî xweş e'

  • 09:07 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Fîdan Feêq a ku 6 caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye da zanîn di hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ew her bûne xwedî tecrube. Fîdanê da zanîn pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan çîroka wê ya herî xweş e û got:"Cara duyem Rêbertî ji bo gel civîn di mala me de çêkir. Wê dema Rêbertî derbasî malê me bû, dinya sar bû û gelek kes li mala me kom bûn. Li wir germahiyek û têkiliyeke baş di navbera gel de çêbû. Rêbertî tiştên ku bandoreke baş li ser me bike digot."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 4'ê Nîsana 1949'ê de îro li Gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê ji dayik bû. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'ê de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 25 sal in di bin tecrîdeke giran de li Grava Îmraliyê tê girtin. Têkoşîn û çalakiyên gelê kurd û dostên gelê kurd ên li dijî vê tecrîda giran jî dewam dike.
 
Her wiha Gelê Kurd ji bo pîrozkirina 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe amade dike. Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Bi kampanyayê li dijî komployê têkoşîna nû hat destpêkirin û di çarçoveya bernameyan de gelê kurd balkişandin ser rojbûnê jî.
 
Têkildarî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fîdan Feêq a ku 6 caran Abdullah Ocalan dîtiye, axivî. Fîdanê bal kişand ser fikir û felsefeya Abdullah Ocalan hevdîtina bi wî re û got:"Rêbertî digot xwe bikin yek, esasê xwe ji bîr nekin. Hêza mirov ji her tiştî bi hêztir e. Ger em jî li ser fikir û felsefeya Rêbertî bimeşin em ê her astengî û aloziyên heyî derbas bikin. Rêbertî dibêje 'te li ku winda kir li wir lê bigere'. Li ser vî esasî em ê bi ser bikevin. Em ê wiha karê xwe dewam bikin, bingeha kurdan ew e ku bi hev re bibin yek. Ya girîng divê em bibin yek. "
 
'Rêberê me li tevahî cîhanê deng vedaye'
 
Fîdan Feêq a ku 6 caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye da zanîn ew çiqasî jî qala Abdullah Ocalan bikin gotin têra ravekirina fikir û ramanên wî nakin û wiha got:" Li pêşiya me 4'ê Nîsanê rojbûna Rêbertî heye. Ev roj ji bo me rojek pir girîng e. Em di vê rojê de çiqasî qala Rêbertî bikin jî, em tam nikarin mafê axaftinê bidin. Ji ber ku îro em dibînin Rêberê me li tevahî cîhanê deng vedaye. Armanca Rêbertî ya yekem pêkanîna rewşek aram a di nava gelan de ye. Her wiha ji bo çareserkirina tevahî alozî û pirsgirêkên li cîhanê û ji bo her kes bibin xwediyê mafên xwe bi salan e têkoşînê dide. "
 
'Me zarokên xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî mezin kir'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Fîdanê behsa salên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî mala wan a li Helebê bûbû kir. Fîdanê wiha got:" Di sala 90'î de li Hemdaniyê ya girêdayî bajarê Helebê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî mala me bû. Civîn ji bo gel û bi taybet ji bo jinan li dar xist. Her di wê civînê de behsa jinan dikir. Her wiha digot 'divê jin xebatê bike da ku bigihêje azadiya xwe'. Her di axaftina xwe de dida xuyakirin ku divê jin ji wê çarçoveya teng bên rizgarkirin. Ji ber ku her daxwazên Rêbertî ew bû ku jin û civak ji desthilatdariya heyî rizgar bibin. Zû û bi gavên pir mezin gel xwe li derdora Rêbertî kom kir û bi fikir û felsefeya Rêbertî bandor bûn. Her wiha ev yek gihaşt asteke ku dayik bi destên xwe zarokên xwe derbasî nava refên azadiya Kurdistanê bikin da ku doza ku Rêbertî daye destpêkirin dewam bikin. Me zarokên xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî mezin kir."
 
'Gelek Kurdistaniyan bi def û dîlanê rojbûna Rêbertî pîroz kirin'
 
Fîdanê da zanîn ew di sala 2007'an de di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de derbasî gundê wî bûye û wiha got:" Ez di sala 2007'an de di roja rojbûna Rêbertî de derbasî gundê Rêbertî bûm. Wê demê em 11 kes bûn, jê 10 jin bû. Dema em derbasî gund bûn, ez gelekî bi kelecan bûm. Her wiha dema ez derbasî mala Rêbertî bûm, gotinên Rêbertî her di pêş çavê min re diçûn û dihatin. Li wir li pêşiya mala Rêbertî qadek berfireh hebû. Di roja 4'ê Nîsanê de gelek Kurdistanî derbasî wir bûn û bi def û dîlanê rojbûna Rêbertî pîroz kirin. Lê berî ku em derbasî gundê Rêbertî bibin me gelek astengî kişand. Ji ber ku di wê demê de dewleta tirk rê li pêşiya me girt. Wê demê em li gundê bi navê Elîgorê kom bûn û me xwest em derbasî gundê Rêbertî bibin. Lê wê demê ji bo hikumeta Tirkiyeyê rê li pêşiya me bigire ava germ û ya bi îsota tûj li ser gel reşand. Wê demê ji ber wan astengiyan em derbasî gundê Rêbertî nebûn. Em hemî vegeriyan cihê ku em jê hatine. Di roja duyem de dema me dît hinek rê normal bû, carek din em 11 kes derbasî gundê Rêbertî bûn. Wê demê bi def û zirneyê şahî hat çêkirin. Ev çîroka min a  herî xweş e ku ez ji kesan re vebêjim. Pîrozkirina rojbûna Rêbertî çîroka min a herî xweş e. Her wiha ez bi wan bibîranînên xwe radizêm û radibim."
 
'Divê jin xwe ji koletiyê rizgar bikin'
 
Fîdanê bal kişand ser gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê jin û civakê de û wiha lê zêde kir:" Rêbertî her digot 'Gelê me wekî kaniya avê diherike. Ez ji bo vî gelî şoreşa xwe dimeşînim. Divê hemî kesên ku îro van miletan bi rê ve dibin pêşî li van kaniyan negirin'. Her wiha Rêbertî ji bo jinan digot 'Hevjînên we kole ne, koleyên dewletê ne. Desthiledariya xwe, li ser we didin meşandin. Hûn jî bi xwe kolê kolan e. Divê hûn ji bo ku xwe ji vê koletiyê bidin rizgarkirin, hêdî hêdî gav bi gav serê xwe hildin û têkoşînê bikin da ku mêr careke din li dijî we têkoşîna tunekirina jinê nûjen nekin". Ev gotin ji bo me gelekî girîng in û divê em guh bidên. Divê em di rojbûna Rêbertî de her van gotinan û girîngiya van gotinan bînin ziman."
 
'Rêbertî ji bo gel civîn di mala me de çêkir'
 
Fîdanê da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dema li mala wan civîn çêkiriye ew hînî gelek tiştî bûne û ji bo wan bûye tecrubeyek. Fîdanê wiha pê de çû:" Cara duyem Rêbertî ji bo gel civîn di mala me de çêkir. Wê dema Rêbertî derbasî malê me bû, dinya sar bû û gelek kes li mala me kom bûn. Li wir germahiyek û têkiliyeke baş di navbera gel de çêbû. Rêbertî tiştên ku bandoreke baş li ser me bike digot."
 
'Ya girîng divê em bibin yek'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fîdanê da zanîn ku heta gelê kurd destê xwe neke yek wê her dewlet kurdan bikin koleyên xwe û wiha domand:"Rêbertî digot xwe bikin yek, esasê xwe ji bîr nekin. Hêza mirov ji her tiştî bi hêztir e. Ger em jî li ser fikir û felsefeya Rêbertî bimeşin em ê her astengî û aloziyên heyî derbas bikin. Rêbertî dibêje 'te li ku winda kir li wir lê bigere'. Li ser vî esasî em ê bi ser bikevin. Em ê wiha karê xwe dewam bikin, bingeha kurdan ew e ku bi hev re bibin yek. Ya girîng divê em bibin yek. "