Jinên Xelfetiyê li benda 4'ê Nîsanê ne

  • 09:52 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Jinên Xelfetiyê ku derbarê 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin, hemû kes vexwendin navçeya xwe û gotin,"Em bi girseyî dixwazin daxwaza ji Abdullah Ocalan re azadî bînin ziman."
 
Îsal jî wê li Xalfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, ji bo 75'emîn rojbûna wî pîrozbahî bên lidarxistin. Çalakî wê bi çandina şitlan dest pê bike, gelek beşên civakê bi taybet jin wê bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" dakevin qadan. Bi taybetî jinên ku ji paradîgmaya azadiya jinê îlham digirin li gel gotina Abdullah Ocalan a, “ Heta jin azad nebe civak azad nabe” dibêjin," Heta Rêberê me azad nebe em jî azad nabin."
 
Jinên li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kirin.
 
'Piştî ku min Serokatî dît jiyana min gelek guherî'
 
Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram (55) diyar kir ku jinên cîhanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin û diyar kir ku ew kêfxweş in ji ber ku li heman xaka Abdullah Ocalan mezin bûye dijîn. Saniye destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rê li ber jinan vekir û got, “Ji bo rê li ber me jinan veke gelek tişt kir. Em Serokatî her tim li Parka 4’ê Nîsanê bi bîr tînin. Beriya her tiştî em dixwazin tecrîda li ser wî bê rakirin. Girtî ji bo azadiya Serokatî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Dayikên Aştiyê li Nobeda Edaletê ne. Bi saya Serokatî em ji koletiyê rizgar bûn û fêrî gelek tiştan bûn. Wî ji me re rê vekir. Piştî ku min Serokatî nas kir jiyana min gelek guherî.Weke jin ez jî di gelek zehmetiyan re derbas bûm, lê min piştî partiya xwe nefes girt."
 
Saniye, anî ziman ku di sala 1990'î de ji ber ku di 18 saliya xwe de çûye Newroza Goganê ji aliyê malbata hevjînê xwe ve zext lê hatine kirin û tundiya bi gotina "Tu jin î, tu li qad çi dikî?" lê kirine. Lê li gel van zextan jî Saniyeyê anî ziman ku  de ema ew çûye wir, dîtiye ku jiyan heye û ev tişt got, " Min dît ku jin ne tenê heyînên ku li malê dixebitin in. Piştî wê rojê min di partiyê de dest bi xebatan kir û min got ev der cihê min e."Mirov li cihê ku nefes digire ye. Bi saya Serokê xwe me jinan xwe nas kir û dest bi bilindkirina dengê xwe kir. Em deyndarê Rêbertî ne. Di 4’ê Nîsanê de em ê heta sibehê li vê qadê Parka 4’ê Nîsanê kêf û şahiyê bikin. Gelê Xalfetiyê bêriya pîrozkirina 4’ê Nîsanê kiriye."
 
'Rêbertiyê em jin rizgar kirin'
 
Rêvebera navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê Sîdîka Denîz (54) diyar kir ku 4'ê Nîsanê atmosfereke cejnê ye û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Sîdîka anî ziman ku xwestine rojbûna wî li gel wî pîroz bikin û got, “Lê mixabin niha di bin tecrîdeke giran de ye û ne di nav me de ye. Em ji wî nabihîzin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Me li vir tenê du caran bê pirsgirêk rojbûna Rêbertî pîroz kir. Lê piştre dest bi kuştin, astengî û midaxaleyan kirin. Li ser me jî tecrîd heye. Mirov tenê pîrozbahiyê dikin, lê dewlet nikare vê yekê tehemûl bike. Em dixwazin 4’ê Nîsanê bi coş pîroz bikin. Rêbertiyê em jin rizgar kirin û rê li ber me vekir. Dewlet me kole dihesibîne. Hewl dide me li malê bihêle. Lê em natirsin û vê qebûl nakin."
 
'Em dixwazin di 4'ê Nîsanê de pîrozbahiyeke mezin pêk bînin'
 
Sîdîka diyar kir ku di 15 saliya xwe de zewiciye û di 17 saliya xwe de zarokek wê çêbû û wiha got: “Ez ne xweda bûm. Min tenê xizmet dikir. Hevjînê min di sala 1988'yan de hat girtin. Di wê serdemê de ji aliyê dewletê ve gelek îşkence li me hat kirin. Malbata hevjînê min zext li min dikirin. Yekane jina ku diçû Newrozê ez bûm û zext li min dikirin ku ez neçim. Li gel zextan jî min ne partiya xwe û ne jî zarokên xwe berdan. Min xwe di partiyê de nas kir. Min li wir nasnameya xwe ya jinê nas kir. Rêbertî ji bo jinan berdêlên mezin da û  hîn jî berdewam dike. Çiqas zext li ser me hebe jî em dev ji têkoşînê bernadin. Em dixwazin di 4’ê Nîsanê de cejneke mezin pêk bînin. Divê em hemû malên xwe biterikînin û cejneke mezin li dar bixin. Bi astengiyan nikarin xwe bigihînin cihekî. Kesên ku dixwazin biçin Amarayê çima tên astengkirin? Bila her kes bê rojbûna Rêbertî pîroz bike.Hewl didin hebûna me înkar bikin.  Em aştiya mayînde û azadiya Rêberê xwe dixwazin.Êdî bes e."
 
'Divê em Parka 4'ê Nîsanê bi jinan tijî bikin'
 
Hevseroka Navçeya Xalfetî ya DEM Partiyê Aslihan Çîftçî (55) jî diyar kir ku ew di 4'ê Nîsanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hez dikin. Aslihanê diyar kir ku Abdullah Ocalan rê li ber jinan vekir û got, “Bi saya Rêbertî jinan xwe nas kirin û em heta vê derê hatin. Ji ber vê yekê divê em di 4’ê Nîsanê de Parka 4’ê Nîsanê tijî bikin. Em dixwazin ku  Rêbertî azad bibe. Berê me pirtûkên birêz Ocalan bi komî li Xalfetî dixwend. Ji ber vê yekê me ew bêtir nas kir. Tevî hemû zextan jî em her sal 4'ê Nîsanê pîroz dikin. Em şitlên xwe diçînin. Heger nehêlin em pîroz bikin jî teqez em ê pîroz bikin. Pêwîste hemû jin destê xwe bidin hev û 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Divê em Parka 4’ê Nîsanê bi jinan tijî bikin."