Li Wanê li dijî darbeyê meş

  • 13:50 3 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN - DEM Partî piştî civîna MYK'ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û bi hezaran welatiyan dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" ber bi Parka Feqiye Teyran ve dimeşin.
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatibû hilbijartin. Li ser îtîraza AKP’ê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzetiya Abdullah Zeydan hate betalkirin. DEM Partiyê lil dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKP’ê, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê were betalkirin. 
 
Li ser vê yekê duh ve li bajar çalakiyên protestoyî dest pê kirin û heta niha jî domiyan. Bi hezaran kes heta serê sibehê kolan vala nehiştin û li tevaiya rêyên taxan berîqet danîn. Piştî êrişên tund ên polîsan, bertekên gel hêj zêdetir bûn. Navenda çalakiyan jî cadeyên sereke yên navendê Cumhuriyet, Ordu, Maraş, Mîllî Egemenlîk, Akkopru, Îkînîsan, Kişla, Orhan Dogan bûn. Vê serê sibêjî ji 7 baskan meşeke girseyî hat lidarxistin. Girse ber bi navendê ve meşiyan. Girseya ku gihaşt Cadeya Cumhuriyetê bi êrişê rê rûbirû ma. 
 
DEM Partî civîna xwe ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya (MYK) li Wanê pêk anî. Piştre di nav de Hevserokên Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan heyî bi Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglu, Parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, siyasetmedar Leyla Zana, Başak Demîrtaş, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û şandeya CHP'ê, hevserokên SYKP'ê Mertcan Titiz, Serokê EHP'ê Hakan Ozturk, nûnerên saziyên sivîl heyî hevdîtin pêk anîn. 
 
Dûre bi girseyê re ji bo daxuyaniyê bidin çapemeniyê bi meşê berê xwe dan Parka Feqiyê Teyran.  Meş bi tilîlî, çepik û dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" dimeşin.