Gelê Wanê serkeftina xwe pîroz dike

  • 19:01 3 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN - Piştî ku mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat dayîn gel serkeftina xwe pîroz dike.
 
Li Wanê li dijî biryara dayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan namzetê AKP'ê,  gel daket qadan û çalakî li dar xistın. Di encama berxwedana gel de Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryara  xwe  guhert û mazbata dîsa îadeyî Abdullah Zeydan hat kirin..
 
Piştî ku biryar hat bihîstin, bi deh hezaran kes ber bi avahiya Rêxistina Bajêr a Wanê ya  DEM Partiyê ve herikîn. Bi deh hezaran kes bi tilîlî, çepik û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" ber bi avahiyê ve meşiyan.
 
Li gel muzîka ku tê lêxistin, gelê Wanê niha jî serketina berxwedana xwe pîroz dike. Bajar bi fîşekên hewayî ronî bû.