'Em ê li dijî Nemrûdan welatê xwe bikin bihuşt'

  • 09:03 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger 
 
RIHA - Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Sema Aîşeoglu, diyar kir ku li Rihayê girtina 7 şaredariyan girîng e û got: "Em soz didin ku welatê xwe yê ku ji bajarê Rojê veguherîbû dojehê li dijî Nemrûd, bikin bihuşt."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şaredariyên Curnê Reş, Pirsûs, Xelfetî, Hewag, Berecûk, Serêkaniyê û Wêranşarê bi dest xis. Yek ji şaredariya ku DEM Partî bi qezenckirina wê herî zêde pê keyfxweş bûyî jî Curnê Reş bû ku piştî 45 salan dîsa hat bidestxistin.  
 
Derbarê encamên derketî de Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Sema Aîşeoglu ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Sema, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya Rihayê û got: "Li bajarekî xwedî erdnîgariyeke wisa xweş û ku gelek nasname bi hev re dijîn, girîngiya rêveberiyên herêmî ji bo me pir cuda ye. Ji ber ku em li erdnîgariyeke ku êzidî, ereb, kurd û tirk bi hev re bêyî pirsgirêk lê dijîn, di rêveberiyên herêmî de xebitîn, ev jî dihat wateya ku paradîgmaya me ket jiyanê. Ji xeynî wêraniya ku heta niha ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye kirin, bi taybetî ji bo ciwan û jinan ku nîvê nifûsê pêk tînin, desthilatdariya AKP'ê bêyî ku xizmetê ji gel re bike, pirsgirêkek mezin bû. Me dît ku çawa di her warê jiyanê de jin ji xizmetê hatine dûrxistin. Gelek ciwan ji ber ku hêviyek wan tune bû çûn Ewropayê. Riha bajarek tenê bi nêzîkatiya mêrane dihat birêvebirin. Ji ber vê yekê me xwest ku em vî bajarî bi paradîgmaya azadiya jinê di qada rêveberiyên herêmî de bi rê ve bibin."
 
Ligel astengiyan xebitin
 
Sema, diyar kir ku li hemberî DEM Partiyê gelek polîtîka tên meşandin û wiha bi lêv kir: "Em bi desthilatdariyekê re rû bi rû man ku her tim girtin, binçavkirin hebû û bi tirsandinê hewl dida ku me ji herêmê derxe. Me bi seferberiyeke awarte xebatên xwe bi lez û bez bi rêxistin kir. Bi tevahî 13 navçeyên me hene, ji bilî navçeyên Kahniya Xezalan û Harranê ku nifûsa ereb lê zêde ye, li 11 navçeyên mayî jî bi diyarkirina namzedên xwe dest bi xebatê kir. Pêşhilbijartin û anketan yên beriya hilbijartinê hatin kirin û gel bi namzetên ku hilbijartibûn diçûn hilbijartinê ji bo me avantajek mezin bû. Her çiqas kêmasî û astengî hebin jî, pêngavek ku raya giştî tev li pêvajoyê kir, anî. Her navçeyek taybetmendiya xwe heye. Mînak navçeya me ya Wêranşarê û navçeya Halfetiyê xwedî heman taybetmendiyan nînin. Me bi plansaziyeke ku hesasiyetên her navçeyekê li ber çavan girt, pêvajoya hilbijartinê meşand. Di xebatên hilbijartinê de gava herî girîng ew e ku bi her hevwelatiyek me re têkilî daynin. Bi vê armancê hevalên me lêkolînek li qadê kirin paradîgmaya me û têgihiştina me ya rêveberiyên herêmî ji hemû civakê re, bi taybet jin û ciwanan re. Em bi jinan re di gelek çalakî û civînan de hatin cem hev. Tişta herî bi nirx ew bû ku jin xwe di nava me de bibînin û em jî xwe di nava jinê de bibînin. Me giranî da civînên ciwanan. Li cihên ku çalakiyên karkeran lê didomin, me têkilî bi karkeran re qut nekir."
 
'Gel bersiv da AKP'ê'
 
Sema, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê: "Demek dirêj bû me şahidiya Newrozeke wisa nekiribû. Tevlîbûna gel girîng bû. Gel hesreta xwe ya azadiya Rêberê xwe anî ziman. Dirûşmên azadiyê hatin berzkirin. Gel ji bo azadî û demokrasiyê daketin qadan. Di Newrozê de daxwazên xwe ji tevahiya cîhanê re ragihandin. Di vê pêvajoyê de hêza Leyla Zana jî girîng bû. Hewldana Leyla Zana bandorê li sindoqan jî kir." 
 
Sema, diyar kir ku dê bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gel xwedî li sindoqan derket. Serê sibê berê xwedan sindoqan. Bi taybetî Xalfetî û Curnê Reş girîn bû. Me cara yekem 7 navçe bi dest xist. Em ê êdî pêve ji bo Kahniya Xezalan û Harranê bixebitin. Di hilbijartinê de gel bersiv da AKP'ê. Em ê di pêşerojê de Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî bi dest bixin."
 
'Em ê bajarê ku bû dojeh bikin bihuşt'
 
Sema, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heweng navçeyek bû ku ji aliyê qeymeqam ve hatibû desteserkirin. Wê demê ew navçe bû ku me nikarîbû paşve vegerînin. Em kêfxweş in ku di şexsê Zeynel Taş de li ser navê hemû hevalan Heweng ji nû ve bi dest xistine. Curnê Reş navçeyek e ku piştî 45 salan cara yekem me bi dest xist. Ji bo xaka ku 46 sal berê têkoşîn lê dest pê kir, weke silavek pir bi nirx bû. Bêrecûk ku me cara ewil bi ser ket, yek ji wan navçeyên ku em lê hatin nûkirin. Pirsus û Serê Kanî navçeyên me yên herî girîng, navçeyên me yên sînor in. Serketinên me yên silavkirina Rojava li dijî zîhniyeta ku di bin navê 'sînor' de hewl dide me ji vir veqetîne. Wêranşar yek ji navçeyên girîng e ku li hemberî zîhniyeta qezencger û talanê û rêveberiya eşîrtî me dîsa bi dest xist û em ê bi nêzîkatiya DEM'ê rêveberiya wê bikin. Xalfetî navçeya ku Rojê me lê hiltê ye. Navçeya me ya ku ya me bû lê ji aliyê qeymeqamtiyê ve ji destê me hat standin, lê em li wir bi Rojê xwe re bûn yek. Ji bo Rihayê bi Şaredariya Bajarê Mezin re bigrin em gavên bi biryar davêjin. Werin em sozekê bidin hemû gelan, em soz didin ku em ê welatê xwe yê ku ji bajarê rojê veguherîbû dojehê, li dijî Nemrûdan bikin bihuşt."