'Rojbûna rêbertî ji bo me vejîn e'

  • 09:06 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de dan zanîn ku rojbûna Rêbertî ji bo wan vejîneke nû ye.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şert û mercên berxwedanê ji bo jinan afirand û ji bo guhertina pêvajoya dîrokê gelek hewl da û vê hewldanê di têkoşîna hat mezinkirin de serketin bi xwe re anî û di heman demê de rastiyên veşartî eşkere kir. Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe yên binirx civak û ferdên wê hişyar kirin, rêya têkoşînê ya avakirina şaristaniya demokratîk ronî kir. Lê ev yek bi kêrî rejîmên destpot nehat û xestin asteng bikin. Lê êdî fikir û felsefeya rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan  bû rêya xelasiyê. Lewma 4`ê ku rojbûna Rêberê PKK'ê 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û tevahî civakên bindest roja vejîn û tekoşînê ye.
 
Jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya 4`ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  nirxandin kirin.
 
'4`ê Nîsanê ji bo me roja nû ye'
 
Endama Kongreya Star a Taxa Şêxmeqsûd Sûad Hesen a derbarê 4'ê Nîsanê de nirxandin kir. Suadê diyar kir ku ew 4`ê Nîsanê rojbûna rêbertî pîroz dikin û wiha got, "Meha nîsanê ji bo me vejîna gelê Kurd e û ev ne tenê ji bo me ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn di heman wateyê de ye. Em weke Kongireya Star ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo me ev roj tê wateya roja nû û jiyana nû."
 
'Rêbertî ji bo jinê riya azadî û serfiraziyê nîşan da '
 
Di dewama axaftina xwe de Sûadê da zanîn ku ji ber ku rêbertî riya azadî û serfiraziyê nîşanî jinê kir ew jî li ser wê riyê tekoşîna xwe didin domandin û wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinê riya azadî û serfiraziyê nîşan da, em jî li ser wê riyê li ser fikir û felsefeya Rêbertî tekoşîna xwe dikin û soz didin ku em ê bi Rêberê xwe re bin heta kêliya  dawî. Têkoşîna ku me heta niha li taxên xwe daye em ê bi saya fikir û felsefeya rêbertî bilindtir bikin. Em vê berxwedana xwe heta azadiya rêberê xwe ya fîzîkî misoger bikin û çareseriya pirsgirêka kurd bidomînin."
 
'Jina ku felsefeya Rêbertî nas bike dê xwe jî nas bike'
 
Di dawiya axaftina xwe ded Sûadê da zanîn ku divê her jinek li ku dibe bila bibe li pey azadiya xwe be û wiha axaftina xwe ber bi dawî ve bir:"Her jinek ji kîjan ol, nijad û neteweyê dibe bila bibe divê ji bo azadiya xwe têbikoşê û her wiha felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan baş nas bikê. Ji  ber ku  jina  felsefeya Rêbertî nas bikê wê xwe jî nas bikê û azadiya xwe misoger bike. Rêbertî hebûn,vîn,îrade û bawerî ye û ji bo me pêşeng e."
 
'Me rastiya xwe bi saya ramanên rêbertî naskir' 
 
Di heman demê de Şêrîn Bîlal a ku nirxandin kir jî  da zanîn ku derfeta ku rêbertî da jinê ya herî girîng bû û wiha dewam kir:"4`ê Nîsanê ji bo me vejîn e.  Ji ber ku rêbertî derfeta ku ji bo jinê daye  ya herî girîng bû ku bi riya wê jinê xwe naskir. Jinên taxên me tekoşîna ku dane meşandin û heta niha didin meşandin bi saya fikir û ramanê Rêbertî bû. Em 4'ê Nîsanê li Rêberê xwe Abdullah Ocalan pîroz dikin û wê tekoşîna me her berdewam bibe heta ku em azadiya rêberê xwe ya fîzîkî misoger bikin.  Ji ber ku me rastiya xwe bi saya ramanên Rêbertî naskir."