Şêniyên Wanê bajarê xwe paqij dikin

  • 13:00 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Piştî berxwedana 2 rojan şêniyên Wanê serê sibê dest bi paqijiya bajarê xwe kir. 
 
Piştî berxwedana 2 rojan a bi sedan şêniyên Wanê serê sibê kom bûn û li kuçe û kolanan dest bi paqijiya bajar kirin. Ligel welatiyan nûnerên saziyên sivîl û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Seferberiya paqijiyê" daketin kolan û kuçeyan. 
 
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Ayten Kiran diyar kir ku duh Wan berxwedaneke dîrokî nîşan da û got: "2 car in qeyûm tayînê şaredariyê dikin û dibêjin ji xwe deng nakin û kumpasek bi vî rengî organîze kirin. Lê belê bi ser neketin. Welatî xwedî li dengê xwe derket. Serkeftina 14 şaredariyan qebûl nekirin. Serkeftin bi berxwedanê pêk tê. Me li ber xwe da û em bi ser ketin." 
 
Ayten, diyar kir berxwedana Wanê ji hemû gelan re bû mînak û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Duh ji ber barîkat û pevçûnan kolan û kuçeyên me qirêj girt. Welatî, nûnerên saziyên sivîl bi hev re serê sibê dest bi paqijiya bajarê xwe kir. Em ê kolan û cadeyên paqiş radestî şaredariyê bikin."