Zîlan Demîr 4 sal in di hucreyê de ye

  • 09:03 5 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
RIHA - Dayika girtiya bi navê Zîlan Demîr ku 4 sal e bi tena serê xwe di hucreyê de  tê girtin û divê ji çavê xwe emelyet bibe, Sevîm Demîr wiha got: “Rewşa keça min nebaş e. Sibê tiştek bê serê keça min wê kî hesabê vê bide.”
 
Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 36 mehe tu agahî jê nayê girtin girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re aqzadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî didomin. Zextên li ser girtiyan her diçe zêde dibe.
 
Bi îşkenceyê tê girtin
 
Zîlan Demîr (27)li girtîgteha Tîpa S ya Manavgat a Antalyayê di bin tecrîda giran de tê girtin. Di 2019’an de li coltera Qizileyşan a Dêrik a Mêrdînê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Zîlan bi dorê li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê û girtîgeha jinan a Tarsûsê ma. Herî dawî surgunê girtîgeha Tîpa S ya Manavgatê hat kirin. Ev 4 sale tenê di hucreyê de  tê girtin û divê ji çavê xwe emelyat bibe. Dayika wê Sevîm Demîr got ku keça wê rojê çend saetan derdixin hewadankê û got rewşa wê nebaşe.
 
‘Ji ber tu terorîstî em naxwazin te derman bikin’
 
Sevîmê destnîşan kir ku Zîlan 13 rojan di bin çavan de maye, îşkenceyên giran lê hatine kirin û wiha domand: “Îşkenceyên giran li Zîlanê hatin kirin. Piştî Mêrdînê surgunê Xerpêtê kirin. Lir nexweş ket. Rakirin nexweşxanê. Doktor dibêjin ‘ji ber tu terorîstî ez te derman nakim.’ Zîlan jî wisa derdikeve. Piştre surgunê Tarsûsê dikin.”
 
‘Dibin cihekî hîn dur’
 
Sevîmê anî ziman ku keça wê ji ber dur e nikarin biçin bibînin û wiha bi lêv kir: “Hemû daxwazên sewqkirinê hatin redkirin. Bavê wê nexweşe. Em ji bo dîtina wê dixwazin bînin girtîgehek nêz. Lê daxwazname nayên qebûlkirin. Ez sala borî cejnê de çûm cem Zîlanê. Em dixwazin bînin cihekî nêz. Lê ew ji me dur dixin.”
 
‘4 sal in di hucreyê de tê girtin’
 
Sevîmê anî ziman ku keça wê 4 sale di huncreyê de tê girtin û 170 sal ceza lê hatiye birîn, tevî ceza nehatiye erêkirin jî bi tena serê wê tê girtin. Sevîmê wiha dawî lê anî: “Keça min tenê tê girtin. Tevî vê berxwe dide. Diçe nexweşxanê dibêjin em yên çiyê derman nakin. Yên çiyê ne mirovin?Bila wekhevî hebe bila zilm tunebe ku zarokên me neçin çiyan. Rewşa keça min nebaş e. Ez dema diçim cem keça xwe cem kurê xwe nahêlin em wêne bikşînin. Tiştek bê serê keça min wê kî hesab bide. Ji çavên xwe nerehete. Divê emelyat bibe. Lê nayê dermankirin. Ew çi dikin bila bikin em ê dest ji baweriya bernedin.”