Hevşaredar Neslîhan Şedal: Em ê şev û roj bixebitin

  • 09:03 7 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin – Zelal Tunç
 
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, diyar kir ku li Wanê berxwedan bi ser ket û got: “Ev gel her tiştî heq dike. Em ê bi şev û roj bixebitin ku Wan bigihînin nirxê ku heq dike.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Wanê her 14 şaredarî bi dest xist, bi ser ket. Lê desthilatdarî hewl da ku vîna gel xesp bike. Li dijî hewldana xespkirina vîna gel berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Bi berxwedanê neçar ma ku desthilatdarî paşde gav biavêje. Hevşaredarên Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên ku duh tevî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û jinan mazbataya xwe wergirtin. Piştre bi hev re derbasî avahiya şaredariyê ya ku 8 sal in bi desteserkirina qeyûman dihat birêvebirin. Li vir jî hevşaredar bi çepik, tilîlî û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
 
‘Berxwedan bi serket’
 
Yek ji hevşaredaran Neslîhan Şedal ku rastî eleqeyek mezin hat, hestên xwe ji ajansa me re vegot. Neslîhan, ev tiştan got: “Em bi hev re di pêvajoyeke ku li ser navê Wanê berxwedaneke mezin veguherî serketinê derbas bûn. Bi dest xistina 14 ji 14, dîrokek bêhempa li cîhanê hate nivîsîn. Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de me dizanibû ku dê xebatên me bi vî rengî encam bidin. Di hemû hevdîtinên ku em çûn de ev atmosfer diyar bû. Me bi hilbijartinê şaredariyên xwe bi dest xist û bi serkeftineke mezin bi dawî kir.”
 
‘Bi biryara YSK'ê dîsa veguherî berxwedanê’
 
Neslîhan, bi lêv kir ku piştî serkeftina wan yekser YSK’ê hewl da ku mafên hevşaredar Abdullah Zeydan paşde bigire û wiha pê de çû: “Li ser vê yekê, weke ku em her tim dibêjin, serketina 14 ji 14’an bi biryara YSK’ê, bi jin, ciwan, hemû dînamîkên civakê re dîsa veguherî rewşeke berxwedan û têkoşînê. Gel li dijî biryara YSK’ê du rojan mafê xwe yê berxwedanê bikar anî û bertek nîşan da. YSK bi vê berxwedanê veguheriye rewşeke wisa ku wê biryara xwe ji nû ve ber çavan re derbas bike û biryareke wisa bide ku wê veguhere vê têkoşîna ku em jê re dibêjin hiqûq û maf. Divê bê gotin ku ev jî hêviyên veguherandina vê civakê ji bo avakirina demokratîk, wekhevîxwaz, azadîxwaz û hiqûqê xurtir dike.”
 
‘Em vê weke têkoşîneke ku ji nû pênase dikin’
 
Neslîhan, da zanîn ku têkoşîna wan weke wekhevî, edalet, azadî û jiyana demokratîk a li van xakan bi nav dike û wiha axivî: “Pêwîste bê gotin ku hem di pêvajoya rêveberiyên herêmî de û hem jî di dema ku em vê têkoşînê dimeşînin, armanca me ya sereke ew e ku em têkoşîna xwe bi perspektîfa jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya paradîgmaya rêveberiyên xwe yên herêmî tevbigerin. Niha dema ku me serdema berê ji 14’an 14 diyar kir, vê carê di hilbijartinên yekemîn de me 14 şaredariyên xwe bi dest xistin, bi vê têkoşînê me careke din hemû şaredariyên xwe bi dest xistin û em vê ji 15’an 15’an pênase dikin. Em ne 14, em wekî 15 binav dikin, têkoşînek ji nû ve bi dest xistin pênase dikin.”
 
‘Em ê bajar bi civakê re bi rêve bibin’
 
Neslîhan, da zanîn ku têkoşîn ne tenê ya Wanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna ku peyama têkoşîneke berfireh a ku ji vê wêdetir bû, hêviya avakirina civakeke wekhev, adil û azad wê bandorê li pêvajoya pêş jî bike. Ji ber vê yekê em mezin bi ser ketin. Hemû kesên ku alîkariya me kirine em bigihêjin vê destkeftiyê; partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, ciwan, jin, dayik û hemû dînamîkên civakê re em spas dikin. Me diyar kiribû ku em ê bajarê xwe bi dînamîkên civakê birêve bibin.”
 
‘Çi ji destên me bê em ê bikin’
 
Neslîhan, diyar kir ku qeyûmê ku ev demeke dirêj e tu pirsgirêkên bajêr çareser nekiriye, pirsgirêkên dînamîkên civakê re nebûye çareser. Neslîhan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin, li dijî van polîtîkayên ku pêdiviyên civakê pêk naynin, em ê hemû pirsgirêkan derxînin pêşiya xwe, em ê bajarê xwe ji nû ve bikin bajarekî jiyanî, em ê vî bajarî bikin bajarekî ekolojîk, jin, çandî, bajarêkê bê asteng, bajarekî çandî û bajarekî geştiyariyê. Dem hatiye ku em bi şev û roj bixebitin, ev kes gelek heq dikin, em jî di vê mijarê de soza xwe didin. Em careke din dibêjin ji bo ku Wan bigihêje nirxê ku heq dike, em ê bi şev û roj bixebitin.”