Gulîstan Sonuk: Em ê felsefeya 'Jin jiyan azadî' belav bikin

  • 09:04 8 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê ya DEM Partiyê Gulîstan  Sonuk ku li dijî zîhniyeta ku jin tune dihesiband bi hevşaredar, ev bang kir: “Li dijî vê tifaqa mê ya rêxistinkirî, têkoşîna azadiya jinê bigihînin siberojan.”
 
Hilbijartinên herêmî ku îsal pêk hatin dîsa bi têkoşîna li dijî dewlet û mêr xebatên wan hatin kirin. Li Êlihê li dijî zîhniyeta ku nasname û destkeftiyên jinan tune dihesbiînin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) ji destpêka amadekariyên hilbijartinê de têkoşîna xwe da. Li Êlihê di encama xebatan de DEM Partiyê ji sedî 64,53 deng girt û di hilbijartinê de bi ser ket. Hevşaredar Gulîstan Sonuk ku hat hilbijartin der barê pêvajoya hilbijartinê û pêşerojê de axivî.
 
‘Em li dijî namzetên dijminê jinê têkoşiyan’
 
Gulîstanê da zanîn ku li Êlihê pêvajoyeke hilbijartinê ya normal nehatiye meşandin û yekem car pêvajoyeke ku di dîroka azadiya jinê de evqas êrîş pêk hatiye, hatiye jiyîn. Gulîstanê wiha anî ziman: “Di pêvajoyeke ku tifaqa mêr xwe rêxistin kir û êrîşî me kir de em çûn hilbijartinê. Belkî jî têkoşîneke jinê ya evqas rêxistinkirî tunebûna em ê bi ser neketa. Ji ber vê di pêvajoyê de pergal hevserokatiyê ji nîqşê re hat vekirin. Gotin ‘jin nikarin bikin, jin wê dengan bixînin.’ Hêza jinê nîqaş kirin. Her wiha hêza li hember me ne tenê namzetek bû. Hêzên li pêş me mêrên ku hemû derfetên pergalê bi kar dianîn bûn. Ji ber nasnameya jinê di pêvajoya hilbijartinê de navê me jî neanîn ser zimanên xwe.”
 
Nêzîkatiyên zayendperest
 
Gulîsanê destnîşan kir ku li dijî zîhniyeteke ku jinan qebûl nake, dike plana daweî û li gorî xwe biteşe dikin têkoşîn dane û wiha daxuyand: “Me heman feraset di 2011’ê de li Rojava çal kir. Feraseta di şer de ku ji aliyê şervanên jin ve hat kuştin, îro dîsa li Êlihê di bin navê partiyek siyasî de derket holê. Yên li hemberî me dizanibûn wê têk biçin lê ferasetek wekê ‘Têk biçe jî qe nebe bila li hember mêran têk biçe’ hebû. Di pêvajoya hilbijartinê de nêzîkatiyên zayendperest, gotinên zayendperest nîşan dan. Di gelek roportajên xwe de gotin ‘Em qezenc bikin em tevli çarşefa kesî ’ nabin. Ji ber vê jî me pêvajoyek normal derbas nekir.Me li dijî vê ferasetê têkoşîn da. Me li dijî feraseteke ku nexwestin jinê qebû lbikin û di nav çar dîwaran de biçewisînin têkoşîn da. Em bi ser ketin.”
 
‘Em ê rêveberiyên azadixwaz ên jinan ava bikin’
 
Gulîstanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Me bi ferqek mezin şaredarî girt. Em ê rêveberiyên azadîxwaz ên jinan ava bikin. Her roj li jinan tundî tê kirin. Li ser vî esasî em ê ji bo guhertina vê pergal û siyasetê ji herêmê destpê bikin. Em ê rêveberiyên azadixwaz yên jinan ava bikin. Em ê di şaredariyê de di hemû yekîneyan de îstîhdama jinê pêk bînin. Em ê destkeftiyên hatine xespkirin ji nû ve ava bikin. Dema em vê bikin jî em ê bi hişmendiya jinê bikin.  Em ê jinan bidin xuyakirin û projeyên xwe bikin jiyanê.”
 
‘Jin jiyan azadî bû hêvî’
 
Gulîstanê balkişand ser dirûşma ‘jin jiyan azadî’ û ev tişt bi lêv kir: “Dirûşma 'Jin jiyan azadî' ji hemû cîhanê re bû hêvî. Em ê felsefeya jin jiyan azadî li her derê belav bikin. Em li dijî tifaqa mêr ya rêxistinkirî têkoşîna azadiya jinê bigihînin siberojan.”