‘Ji girtiyan re şandina pereyan ne sûc e’

  • 09:03 9 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta ku pere ji girtiyan re şandiye hat girtin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ew vê dijhiqûqiyê qebûl nakin û li cem Hatînceyê ne.
 
Polîtîka tecrîdê ya li hember girtiyan, vediguhere rêbaza îşkenceya li ser xizmên girtiyan. Bi taybet ji bo girtiyan tenê bihêlin di demên dawî de kesên ji girtiyan re pere dişînin tên girtin û tecrîdê girantir dikin. Li Esenyurta Stenbolê jina bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta ku ji keça xwe û hevalên wê yên koxuşê re pere şandiye bi îdiaya ‘ji rêxistinê re fînansmanê peyda dike’ doz lê hat vekirin û piştî 3 salan şûnde 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn. Piştî biryar li îstînafê hat erêkirin di 22’yê Adarê de Hatîce hat girtin û birin girtîgeha jinan a Bakirkoyê. Jinên Sêrtê  ji bo Hatîceyê bang kirin.
 
‘Girtina Hatîceyê zilm e’
 
Nûnera Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY-DER) Aslihan Çeprak da zanîn ku girtina Hatîceyê heqerete û wiha got: “Em tiştên li Hatîce Yildiz hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Ev zilm e. Her wiha li Kurdan heqeret tê kirin. Kî bibe wê ji keça xwe re pere bişîne. Ya di vir de hatiye kirin heqeretek mezin e. Em vê qebûl nakin. Em li cem dayika Hatîce ne.”
 
‘Ji girtiyan re şandina pere ne sûc e’
 
Halîme Guçlu jî destnîşan kir ku ew di bin zextên dewletê de ne û zilma li ser gelê Kurd qebûl nakin. Halîmeyê ev tişt anî ziman: “Em biryara girtina Hatîceyê qebûl nakin. Bêguman em ê ji zarokên xwe re pere bişînin. Ev ne sûc e. Em li wan xwedî dernekevin wê kî xwedî derkeve? Çima ew jin niha girtiye? Zarokê min jî sê sal e girtî ye. Bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Ji ber Kurd bû bi zimanê xwe axivî hat girtin. Em mafên xwe dixwsazin. Ji ber ji girtiyan re pere şandinê kes nikare sûcdar bê dîtin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
 
‘Dewlet derew e!’
 
Dayika Aştiyê Vetha Kaçar jî bertek nîşanê girtina Hatîceyê da û wiha anî ziman: “Em li pişt Hatîceyê ne. Ew jî wek me dayikek e. Dewlet ne heqet e derew e. Dewlet hem li yên derve hem li yên hundir zilmê dike. Girtiyên me dest bi çalakiyan kirine. Ciwanan zarokan kal û pîran dikin girtîgehan. Ev ne rast e. Divê çareyek bê dîtin. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Ji ber em Kurd in em tên sûcdarkirin’
 
Dayika Aştiyê Kumru Kaçar jî destnîşan kir ku girtî tî û birçî tên hiştin û wiha domand: “Zarokên me digirin. Em pere ji zarokên xwe re dişînin sûc tê dîtin. Em neçarin ji zarokên xwe re pere bişînin. Em neşînin wê kî bişîne. Gundên me vala kirin. Me digirin. Em di derdê nasname û axa xwe de ne. Em nasnameya xwe dixwazin. Em vê rewşê qebûl nakin. Ji ber ku em kurd in em tên sûcdarkirin.”