‘Ampulên AKP’ê teqiyan’

  • 09:05 9 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Hevşaredar Ulker Ozadîktî ya DEM Partiyê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist wiha got: “Bi destkeftiyên xwe me AKP tar û mar kir û ampulên wan teqiyan.”
 
Li navçeya Têkor a Qersê di hibijartinên 31’ê Adarê de DEM Partî ji sedî 27,63 den girt û şaredarî bi dest xist. Ulker Ozadîktî û Adem Oyman wek hevşaredar hatin hilbijartin. Ulker û Adem di 3’yê Nîsanê de mazbatayên xwe girtin.
 
Hevşaredara Têkorê Ulker Ozadîktî, pêvajoya hilbijartinê û encamên hilbijartinê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Tu kesên ku bi jinan re empatiyê bike tunebû’
 
Ulkerê da zanîn ku sê meh in xebatên hilbijartinê dimeşîne û wiha got: “Têkor navçeyek dîrokî û gelek bedel daye. Di xebatên hilbijartinê de em gund bi gund mal bi mal geriyan. Piştgiriya gel pir xweş bû. Jinan eleqeyek mezin nîşan dan. Coşek mezin hebû. Heta niha gelek partiyî xebatên hilbijartinê meşand lê ji bilî DEM Partiyê tu kesî jin nedîtin. Tu kesî bi jinan re empatî ava nekir.”
 
‘Gel bi ked û hewldana xwe bi ser ket’
 
Ulkerê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jî û hilbijartinan de jî me civînên xurt meşandin. Jin tevli bûn. Heta niha jin nediçûn tu partiyekê. Lê bi hatina me re potansiyela jinan derket holê. Divê em li ser pirsgirêkên jinan bisekinin. Divê em hewl bidin jin tevli civînan bibin. Divê em bi çareseriyê nêzî wan bibin û li pirsgirêkan guhdar bikin. Mixabin li Têkorê jin pir şûnde ketine. Têkor cihekî girîng e. Me bi piştgiriya gel bi dest xist. Gel bi ked û hewldana xwe bi ser ket.”
 
Jinên Têkorê: Divê em hevşaredarên xwe tenê nehêlin
 
Ulkerê bal kişand ser xwedîderketina gel û ev tişt anî ziman: “Li hember DEM Partiyê 6-7 partiyên siyasî hebûn û gelek ji DEM Partiyê ditirsiyan. Tevî hemû zehmetiyan nêzîkatiya gel pir erênî bû. Me serkeftin dipa. Me ew atmosfer dîtibû. Me hewldanên raqîbên xwe vala derxist. Jin dihatin partiyê digotin em hevşaredarên xwe tenê nehêlin. Li taxan dihatin gel hev. Vê em pir kêfxweş kirin.” 
 
‘Em ê hesab bipirsin’
 
Ulkerê di berdewamiya nirxandina xwe de ev tişt anî ziman: “Şaredarî 5 sal bû di destê AKP’ê de bû. Em bi ser ketin. Em niha baş nizanin deynê şaredariyê çiqas e. Divê em van tespît bikin. Em ê dokumanan bi parêzerên xwe re bibin noterê û piştre li şaredariya xwe daliqînin.  Dema AKP’ê şaredarî girt 500 mîlyar pere hebû. Ev pere li çi hatine xerckirin em ê bipirsin. Bi gelê xwe re parve bikin."
 
Tiştên ku divê bikin
 
Ulkerê behsa xebatên ku wê bikin jî kir û wiha bi lêv kir: “Em ê ewil pirsgirêka çopê ji holê rabikin. Stargeha seyan tune ye. Em ê çareser bikin. Xwendekar pirsgirêka serwîsê dijîn. Em ê bi projeya xwişk û bira ya şaredariyê vê çareser bikin. Ji bo ciwan koçî bajarên din nebin em ê fabrîqeya şîr, tekstîlê ava bikin. Divê êdî guherîn hebe. Em ê meclîsên jin û taxan ava bikin. Em ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin. Em ê nêrînên gel bigirin. Bi destkeftiyên me AKP tar û mar bû. Ampulên wan teqiyan. Beriya me wesayîtek merciyê ya şaredar hebû. Me her tim didît. Wesayît parçe kirine û danîne ber şaredariyê. Em jî dibêjin ku em ê hemû texrîbatan ji holê rabikin û ji gel re xizmetê bikin.”