Li Amedê kelecana cejnê: Krîz bandor li ser her kesî dike

  • 09:06 9 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Jinên Amedê beriya cejnê ji bo amadekariyan temam bikin derketin dan û stanê û diyar dikirin ku krîzê bandorek mezin li ser wan kiriye. Jinan got li gorî salên borî her tişt biha ye û debar pir zehmet bûye û mirov nikarin nan bigirin.
 
Ji Cejna Remezanê re saet man. Sibê li Kurdistan û Tirkiyeyê cejn tê pîrozkirin û her kes di amadekariyê de ye. Lê ji ber enflasyona bilind û zemên tên kirin welatî destvala vedigerin malên xwe. Jin nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bigirin û xwarinên ji bo cejnê bigirin. 
 
‘Em hewl didin erzan bibînin’
 
Nezahat Yilmaz da zanîn ku her tişt biha ye û ji ber vê nikarin tiştekî bigirin û wiha got: “Em market bi market digerin ku tiştekî erzan bibînin. Pere tune, kar tune ye. Em zehmetiyan dikşînin. Em nikarin goşt bigirin. Dema goşt tunebe tiştek jî çênabe. Em nikarin sebze jî bigirin. Em hewl didin tiştên erzan bibînin.”
 
‘Em dîsa jî nikarin temam bikin’
 
Welatiya ku nexwest navê xwe bide wiha anî ziman: “Em nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bigirin. Em nikarin şiraniyê bigirin. Hewcedariyên sereke nayên girtin. Zarokên me her tiştî dixwazin. Em dixwazin hewcedariyên wan temam bibin lê em ji xwe dibirin. Dîsa jî em temam nakin.”
 
‘Em nikarin ji zarokan re cilan bigirin’
 
Emîne Kuzhan jî wiha anî ziman: “Li gorî salên borî îsal em pir zehmetiyan dikşînin. Em nikarin biçin dan û standina cejnê. Her tişt biha ye. Me şekir girt, çorek çêkir. Ji zarokan re cil girtin. Lê me zehmetî kişand. Çar zarokên min hene. Em di kirê de ne. Debar pir zehmet e. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin.”
 
‘Me zehmetî kişand’
 
Îlayda Bulut jî amadekariyên cejnê wiha nirxand: “Amadekariyên cejnê tên kirin. Mal tên paqijkirin. Cil tên giritn. Çorek tên çêkirin. Me şekir, şîranî û vexwarin girtin. Her tişt biha ye. Me zehmetî kişand.”
 
‘Mirov birçîne’
 
Selma Hayma jî wiha anî ziman: “Her tişt biha ye em nikarin tiştekî bigirin. Kes nikare tiştekî bigire. Mirov birçî ne. Mirov nikarin debarê bikin. Mirov nikarin nan bigirin. Pereyê nan nabînin.”
 
‘Kes nikare tiştekî bigire’
 
Jina bi navê Aysel Arda jî daxuyakirin ku bi mûçeyê teqawîtbûnê debarê dikin û ji ber vê nikarin amadekariya cejnê bikin û wiha dawî lê anî: “Mûçeyê me kêm e. Min tu amadekarî nekiriye. Em bi mûçe tenê kirê didin. Em pir zehmetiyan dikşînin. Me tenê şekir girtiye.  Mirov derketine sûkê lê nikarin tiştekî bigirin.”
 
Dîlan Çerçek jî da zanîn tu kelenca cejnê nemaye û ev tişt anî ziman: “Her tişt biha ye. Em nikarin tiştekî bigirin. Kelecana cejnê tune ye. Lê em dîsa jî hewl didin wê kelecanê biafirînin. Divê em vê rewşê qebûl nekin. Her tişt biha bûye. Krîzê bandor li ser hemû malbatan kiriye.”