Li Amedê serdana goristanan hat kirin

  • 15:29 9 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Bi munasebeta Cejna Remezanê bi pêşengiya KCD, TJA, DEM Parti û DBP'ê li Licê serdana goristanan hat kirin.  
 
Bi munasebeta Cejna Remezanê bi pêşengiya KCD, TJA, DEM Parti û DBP'ê li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin.  
 
Licê
 
Serdana goristan li gundê Sisê yê Licê hat kirin. MEBYA-DER, TUHAD-FED û hevseroka DEM Partiyê ya Amedê  Pinar Sakik Tekin û gelek welatî çûn serdana goristanan. 
 
Dayikên zêmar li ser goran xwendin li dijî talankirina goran derketin. 
 
Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emin Kiliç li vir da zanîn kesên di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bingeha jiyana wan e û got li dijî êrişan ew ê serhildan bi ser bikeve. Mehmet Emin li dijî texrîbkirina goran derket û ew zihniyet lanet kir. 
 
Çeme Elika
 
 
Piştre heyet çû serdana Goristana Çeme Elika yê Licê û bi dirûşma "Şehît namirin" serdan hat kirin. Piştre şekirê cejnê hat belavkirin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe zêmar vegotin. 
 
Endamê MEBYA-DER'ê Kasim Pervane, da zanîn êrişên li ser goran bi zaneyî tên kirin û got rêzê nîşanî miriyên wan û cangoriyên wan jî nadin. 
 
Piştre Halide Turkoglu bal kişand ser gorên hilweşandî û got ew li gelek cihan serdana goristanên cangoriyan dikin û ew li vir bêtehemuliya konsepta şer dibînin. Halideyê got ew ê xwedî li nirxên xwe derkevin.