'Jinên ku tundî li wan tê kirin ne tenê ne'

  • 14:38 14 Nîsan 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meş û daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî êrîşa zayendî ya li Şirnexê de axivî û got, "Li Kurdistanê pêkanîna van sûcan gelekî hêsan e, lê weke jinên ku ji vê têkoşînê bawer dikin, em naxwazin li hevalên me yên jin tundî bê kirin. Em bang li jinên tundî li wan tê kirin û dibêjin hûn ne tenê ne."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li dijî çawîşê pispor ê li Şirnexê destdirêjiya zayendî li jinekê kir meş li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Di meşa ji Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) heta Parka Aştiyê de jinên ku pankarta "Çeteyên tecawiz dikin dê hesap bidin" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" berz kirin. Tevî aktîvîstên TJA'yê, Dayîkên Aştiyê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşareda, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.
 
'Nirxên xwe yên bingehîn biparêzin'
 
 
Aktîvîsta TJA'yê Nahîde Ûlger piştî meşê daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û zarokan. Nahîde Îpek Er ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve ber bi întîharê ve hat birin bi bîr anî û anî ziman ku li Şirnexê êrîşên li dijî jinan dewam dikin. Nahîde da zanîn ku çawîşê pispor ê kiryar li Şirnexê hatiye girtin û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ji aliyê tevgera me ya azadiya jinê û gelê me yê bi rûmet ve hatiye pûçkirin. Weke tevgera azadiya jinên Kurd em diyar dikin ku li her derê cîhanê li hemberî her cure tundiya li ser jinê bê deng nemînin û em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Em bang li hemû gelê xwe û di serî de jinan dikin ku xwedî li nirxên xwe derkevin."
 
'Soza me ya ji bo AKP'ê Jin jiyan azadî ye'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku pêvajoyeke ku tundî kêm nebû û kûrtir bû heye. Çîgdemê, anî ziman ku di serdema AKP'ê de 7 hezar jin hatin qetilkirin û anî ziman ku jin herî zêde li malê û ji aliyê mêrê nêzî xwe ve tundî lê hatiye kiri. Çîgdemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Kurdistanê li dijî tundiya li ser jinê polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Em di demek de dijîn ku dewlet li pişt hêzên êrîşkar e. Em weke jin îro ji bo guhertina vê rewşê li vir in. Beriya niha bi mehekê li Wanê êrîşî jinên ciwan kiribû. Li Şirnexê çawîşê pispor tacîz û tecawiz li hevala me ya jin kir. Li Kurdistanê kirina van sûcan ji bo wan pir hêsan e, lê weke jinên ku bi vê têkoşînê bawer in, em diyar dikin ku tu  hevalên me yên jin ên ku bi tundiyê re rû bi rû ne, li ku bin ne tenê ne. Hezar silav ji bo wan kesên ku felsefeya Jin jiyan azadî bi dil û can hembêz dikin. Em ê li dijî AKP’ê xwe bi rêxistin bikin. Ev felsefe ji bo azadkirina hemû civakê bi hêz e. Em soza xwe ya ji bo AKP û dewleta mêr dubare dikin. Jin jiyan azadi."
 
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.