Dîlan Oynaş: Tilîliyên me dibûn belaya serê wan

  • 09:03 22 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rojnameger Dîlan Oynaş da zanîn ku bi salan e li girtîgehan li dijî polîtîkayên qirkirina dewletê bi rihê berxwedanê dibin bersiv û got: “Em jin li dijî her cureyê zilmê bi stran û tilîliyên xwe li serê wan bûn bela. Di nav çar dîwaran de tiliyên me pêşengiya me kirin û berxwedana me dîwaran hilidweşîne. Ji ber ku her tim rihê berxwedanê bi me re heye. Me di şertên tecsrîdê de jiyan hûnand.”
 
Cezayê Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Dîlan Oynaş di 26’ê nîsana 2022’yan de xelas bû. Înfaza  Dîlanê ku di 27’ê nîsanê de derxistine lijneyê, bi hinceta “xweşhalî nîn e” hate şewitandin. Dîlan  di 21’ê tîrmeha 2022’yan de care duyem derket pêşberî lijneyê û vê carê jî bi hinceta “poşmantî” qebûl nekiriye infaza wê 6 meh hate dirêjkirin. Dîlanê di 21’ê çileya 2023’yan de care sêyem derket pêşberî lijneyê û vê carê jî bi hinceta cezayê wê yê disîplînê heye, nehate berdan. Lijneya cara 4’emîn civîyaye, careke din ji ber Dîlanê“poşmanî” qebûl nekir, berdana wê asteng kirin û 6 mehên din dirêj kirin. Berdana Dîlanê  herî dawî di îlona 2023’yan de hatibû dirêjkirin.  Rojnameger Dîlan Oynaş ji sala 2016’an heta niha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di Girîgeha Jinan a Enqereyê de dihat ragirtin, di 13’ê Nîsanê de hate berdan.
 
Dîlanê pêvajoya girtîgehê bi JINNEWS’ê re parve kir.
 
Li girtîgehan jiyanek nû tê hûnandin!
 
 Dîlanê  got ew berxwedana hemû hevalên xwe yên girtîgehê silav dike û wiha got: “Dewlet li girtîgehan li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet dike dewrê û jin li dijî vê berxwedanek mezin didin. Em jin teslîmê dewleta faşîst nebûn. Li dijî polîtîkayên şerê taybet me tu car ji riya xwe şûnde gav navêt. Em ji meşa xwe ya bi rumet kêfê digirin.”
 
'Berxwedana li girtîgehan mezin dibe'
 
Dîlanê destnîşan kir ku girtî biminin jî tu carê negotine çima ew girtî ne û wiha domand: “Ji ber em dizanin ku gelê me bedelên mezin dan. Ev bedel li ser milê me hemûyan deyn e. Bedelên mezin bên dayîn jî her tim em bi ser ketin. Me rêzdariya xwe li hember xwe tu car winda nekir." 
 
‘Li ser jinan zext hene’
 
Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan jin bi zextan re rû bi rû ne. Di jiyanê de yên herî zêde zextan dibînin jin in. Jin bi her cureyê tundiyê re tên rûhev. Li girtîgehan jî her cureyê tundiya fîzîkî û psîkolojîk heye.  Lê me tu carê tavîz neda. Li girtîgehan li ser nasnameya jina azad zextên cidî mijara gotinê ne.”
 
‘Em li zindanan jiyanê dihûnin’
 
Dîlanê di berdewamiyê de wiha nirxandin kir: “Em li dijî her cureyê polîtîtîkayên qirkirinê yên dewletê sembola berxwedanê ne. Em vê rastiyê dibînin. Jin bi tilîlî û stranên xwe bûne belaya serê dewletê.  Tilîliyên me bi wan şûnde gavê didin avêtin. Di nav çar dîwaran de tilîliyên me ji me re pêşengiyê dikin. Ez banga têkoşîn û berxwedanê li civakê dikim. Bila her kes di vê berxwedanê de cih bigire û em bibin dengê  têkoşîna li zindanan.”