Sira Agir: Newroz (3)

  • 09:08 18 Adar 2024
  • Dosya
 
Wê agirên hîn mezintir bişewitin: Ronahî û Berîvan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li xeleka jinên bûn Newroz, Ronahî û Berîvan jî zêde bûn û di nameya li pey xwe hiştin de wiha gotin: “Em dizanin û bawer dikin. Agirê me pêxistiye wê bibe sedema agirên hîn mezintir.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wan venasîna "Gihiştin sira agir" kir.
 
Newroza ku di dîroka Gelê Kurd de cihekî girîng digire, bi jinên Kurd re veguheriye wataeyek cuda. Jinên kurd agirên Newrozê ku li dijî zilmê wek meşaleya berxwedanê hatiye pêxistin, di daxwaza azadiyê de kirine esas, çanda jinên bûn Newroz ava kirine.
 
Ronahî (Bediye Taş) û Berîvan (Nîlgun Yildirim) ji jinên ku bûne Newroz û di dîrokê de cih girtine. Rihê serhildana di salên 90’î de li Kurdistanê pêşketiye, li metropolên Tirkiyeyê jî hişyar bûye û tevli têkoşînê bûye. Aliyekî din jî rastiya Kurdên Ewropayê. 
 
Ronahî û Berîvanê di Newroza 1994’an de bi çalakiya pêk anîn li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst sekna xwe nîşandane. Di 22’yê Adara 1994’an de bsersiv dan êrişên li hember têkoşîna Gelê Kurd ya li Ewropayê pêk tên.
 
Ronahî û Berîvan di nameya ku li pey xwe hiştin de vê baş vedibêjin. Çalakiya wan bandorek mezin dike. Tevî ku tevlibûna merasîma cenazeya wan tê astengkirin ji 50 hezarî zêdetir kes tevli merasîmê dibin.
 
Ronahî û Berîvan kî ne?
 
Ronahî di 1972’yan de li Elbîstan a Mereşê tê dinê. Di 1979’an de malbata wê koçî Swîsreyê dike. Ji ber malbata wê di têkoşîna azadiya kurd de bû têkoşînê nas dike û bi aktîf xebatan dimeşîne, xebatên jinan de cih digire.
 
Berîvan jî ji Dêrsîmê ye. Ji ber ferasta namûsê ya feoldal dayika wê ji malê tê avêtin û 6 mehî didin meta wê. Vê rastiyê 12 salî de fêr dibe. Temenê biçûk  de tê zewicandin û dişînin Elmanyayê. Ji ber tundiya dibîne diçe stargehê. Piştre diçe mala birayê xwe û zewca xwe bi dawî dike. Berîvan têkoşîna azadiyê nas dike û tevlî têkoşînê dibe.
 
Li pey xwe name hiştin
 
Du jinên ku li hemberî desthilatdaran serî rakirin Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) rihê agirê Newrozê gihandin hev. Ronahî û Bêrîvan di 22’yê Adara 1994’an de li dijî qedexekirina Newrozê ya ji aliyê dewleta Elman ve hat qedexekirin ev çalakî pêk anîn. Li pişt çalakiya xwe ya li bajarê Mannheîna Almayayê kirin du name hiştin. Her wiha Ronahî û Bêrîvan ku hevalên hevbûn ji aliyê têkoşîna azadiyê ve wekî şehîdên Newrozê hatin îlankirin. 
Çalakiya wan bandor li Kurdistan û Elmanyayê kir. Dewleta Elman ketin nava tirsekê. Hewl dan ku kesên ku tevlî merasîma cenaze bibin asteng bikin. Bi dehan kes hatin binçavkirin. Nêzî 50 hezar kes ligel astengiya polîsên Elman bi merasîmek heybet Ronahî û Bêrîvan hembêz kirin.
 
‘Ew gihiştin sira agir’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan name û çalakiyên Bêrivan û Ronahî nirxand û got ew gihiştine sira agir û wiha vegot: “Bêrîvan û Ronahî, van çekên Kurdistanê nameyên watedar hiştine. Ger ku azadî evqas hêsanbûna wê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Hevalan nameyên pir watedar hiştine. Nirxandinên wan gelek tije û xwedî hişmend in. Ger mirov bijîn divê wek wan bijîn. Girêdayê bîranînê hinek jî wisa ye.”