Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe

  • 09:50 18 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Duh di saetên serê sibehê de li Çiyayê Gabarê şewat derketibû û tu mudaxale lê nehatibûn kirin. Hat zanîn ku şewata li herêmê her ku diçe li herêmêke berfirehtir belav dibe. 
 
Duh di saetên serê sibehê de li quntarê Çiyayê Cudî yê li hêla navçeya Basa ya Şirnexê dikevin, şewat derketibû. Ji bo vemirandina şewatê heta niha tu midaxale nehatine kirin û hat zanîn ku şewat li herêmeke berfireh belav bûye. Hat zanîn ku şewat ber bi gundê Bûnisrayê ve berfireh dibe ku di salên 1990’î de hatibû valakirin. 
 
Salek berê jî di encama topbarana qereqola cendirmeyan a Akdîzgînê ya li gundê Zêwê şewat derketibû û qadeke mezin a daristanê bûbû xwelî.