Îran 5 roj in ava Zêyê Biçûk girtiye

  • 09:57 18 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina ava Zêyê Biçûk ya ji aliyê Îranê ve, metirsiyek mezin li ser ava vexwarinê ya niştecihên navçeya Qeladizê çêkiriye. Herwiha ziyanek mezin gihandiye qada çandiniyê jî.
 
Dewleta Îranê 5 roj in ava Zêyê Biçûk girtiye û ev jî raste rast bandorek nerênî li ser ava vexwarinê ya niştecihên bajarokê Pişder û Qeladizê dike.
 
Derbarê mijarê de cotyara jin ya bi navê Şoxan Ebas ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got: “Zêdetirî 5 roj in av hatiye qutkirin, ji ber girtina avê ziyanek mezin digihe hemû Qeladiz û Pişderê. Dema av tê girtin, hewzên masiyan jî ziwa dibin û di warê çandiniyê dejî ziyanek mezin digihi me. Bang li Hikumeta Herêmê dikîn ku ji bo çareseriyê pêngavan bi avêje.
 
Rêveberê Projeya Ava Xas Endazyar Marif Ehmed derbarê girtina avê de dibêje: “Av ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, niha tu avek ji Rojhilatê Kurdistanê ve nayê. Ya ku heye ava kaniyên Başûrê Kurdistanê ye. Girtina avê ji bo herêmê hemû pirsgirêkek mezine. Girtina avê bandora xwe li ser çandinî, masî, jîngeha herêmê û gelek aliyên din dike. Em dikarin bêjin niha Zêyê Biçûk ber bi hişkbûnê ve diçe.”