'Li dijî qirkirina xwezayê çareserî pergala ekolojîk a demokratîk e'

  • 09:06 2 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
 
 Rojda Aydin
 
WAN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal, der barê qirkirina xwezayê de axivî û anî zima ku xweza bi destên kesên alîgirên dewletê û sermayedaran tê wêrankirin. Newroz, bi lêv kir ku li dijî vê talanê çareserî pergale ekolojîk a demokratîk an jî civaka ekolojîk a demokratîk e.
 
Li Kurdistanê ku bi destên leşker û cerdevanan dar tên birîn û daristan tên şewitandin, li Tirkiyeyê jî bi destên kesên alîgirin dewletê û sermayedaran xweza tê talankirin. Li dijî qirkirina xwezayê sekin û berxwedana gel berdewam dike û bertek jî mezintir dibin. Parlamentera Partiya Pêşerojê Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal, têkildarî qirkirina xwezayê û çareseriya rigarkirina xwezayê de axivî.
 
*Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê birîna daran û şewitandina daristanan berdewam dike, em dikarin bibêjin ku ev yek polîtîqayek dewletê ye?
 
Li erdnîgariya Kurdistan, Tirkiye û cihanê dar tên birîn û xweza tê talankirin. Sedemên vê yên cûr bi cûr hene. Hemû sedem bi xwe re encaman jî tînîn û ev sedeman bi xwe re polîtîkayan jî tînin.  Li Tirkiyeyê du sedemên birîna daran û şewandina daristanan hene. Ji van sedeman yek; berjewendiyên kesên sermeyedar li gorî hewcebûyînê rantê ne ku dewlet jî di nav de cih digire û şîrketên serbixwe ên di pergala kapîtalîzmê de cihên xwe girtine ne ku dixwazin pergala kapîtalîzmê xurt bikin. Ew ji vê re dibêjin ji bo civakê ye. Lê ev yek li dijî  civakê ye. ji bo birîna daran û şewitandina daristanan tenê ji xwe re seeman çêdikin.  Li Kurdistan û Tirkiyeye sedem li gorî pergala kapîtalîzmê tên nîşandan. Lê belê taybetmendiyek tevgera Tirkiyeyê ya li dijî Kurdistanê heye. Ji bilî encamên pergala kapîtalîst yên polîtîqayên dewletê li dijî kurdan rêbazên ku dewletê dane pêşiya xwe hene. Armanc ew e ku polîtîkayên xwe yên şer bibin serî. Di demên operasyonan de daristan bi zanebûn tên şewitandin û dema ku bi awayekî xwezayî havînê ji ber germê dişewitin jî  bi zanebûn mûdaxele nayê kirin. Di demên dawiyê de ji bo çêkirina qereqolan dar tên birîn. An jî ji bo di dema şer de derdora xwe bibînin wan daran dibirin. An jî wek polîtîqayên demên 90’î ji bo gel ji ser xaka xwe bê koçberkirin dar tên birîn û şewitandin. 
 
* Li cihên ku dar tên birîn û şewitandin, mînak wekî mînak li Gabarê petrol hat dîtin û bi taybetî jî ev polîtîkayên qirkirina xwezayê li cihên ku çavkaniyên binerd ên Kurdistanê zêde ne dikevin meriyetê. Mirov dikare bêje ev yek polîtîqayên rantê ne?
 
Ev hemû perçeyek polîtîqayên rantê ne. Li metropolên Tirkiyeyê bi sedemên ku otelan çêbikin daristan tên şewitandin û birîn. Ev kesên ku ji bo rantê vê dikin jî  sedî sed nêzî îqtîdarê ne û an jî kesên li îqtîdarê cih digirin şirîkên wan ên vê rantê ne. Li Kurdistanê jî heman tişt tê kirin. Qirkirina xwezayê ku li  Tirkiyeyê bi destên alîgir û hevalbendên îqtîdarê tê kirin, li Kurdistanê jî ev tişt bi destê kesên nêzîkê dewletê û bi destê kesên ku bi gelê xwe re ketina nav xiyanetê cerdevanan tê kirin. Ev jî nîşanî me dide ku destê dewlet û îqtîdarê di nava vî karî de ye û sdem ew in. Mînak li Şirnexê kanên komirê û li Gabarê derketina petrolê nîşanî me dide ku dewlet êrîşî çavkaniyên me yên binerd dike û bi çêkirina bendavênan jî dixwaze çand û dîroka me ji holê rake. Dewlet ranta ku digire jî pêşkêşî aglîgirên xwe dike. Ji herdû aliyan ve jî  sedem ranta dixwazin bigirin. Ev jî dîsa bi polîtîqayên li hemberî pirsgirêka kurd xwe dide nîşandan.  Bi polîtîqayên ku tên meşandin, ranta ku derdikeve holê bi alîgirên dewletê re tê parvekirin.  
 
* Di heman demê de rewşek giran a koçberiyê heye ku bandorê li jiyana gundiyên derdorê dike. Bi giştî mirov dikare bêje ku pêwendiya li Kurdistanê tê meşandin bi polîtîkayên dewletê valakirinê re girêdayî ne?
 
Li Kurdistanê koçberî pirsgirêkeka bi salan e. Sedemên vê koçberiya ku dem bi dem tê ferzikirin hene û sedema polîtîqayên encam digirin jî hene. Yek ji van polîtîqayên şer e ku dibe sedem Gelê Kurd li welatê xwe nikaribe bijî. Ev polîtîqa dibin sedema têkçûna aboriyê jî. Di heman demê de polîtîqayên nêzîkatiya li xwezayê jî dibin sedema koçberiyê. Bendava Heskîfê bû sedem ku çand, hûner û dîrok ji holê hat rakirin û di heman demê gund û navçe ji cihên xwe hatin rakirin û niştecihên wan hatin koçberkirin.  Di salên 90’î de bi hezaran gundên kurdan hatin wêrankirin û valakirin. Piştî ku hatin valakirin şûnde piştî demekê  welatî dixwazin vegerin gundê xwe. Dema vegerin gundê xwe divê bikaribin debara xwe bikin, sewalên xwe xwedî bikin û bêyî zextan jiyana xwe bidomînin. Bi taybetî birîna daran û şewitandina daristanan  bandorê li xwedîkirina sewalan dike. Ji ber ku dema çavkaniya xwedîkirinê ya sewalan  bê tunekirin dê sewlkarî nikaribe bê kirin. Li Şirnex, Colemêrg û Elkê welatî giha kom dikin, difroşin û debara xwe dikin. Dema ku ew herem bê qedexe kirin dê ew kes nikaribin debara xwe bikin. Bi salan in li kurdistanê polîtîkayên koçberkirinê tên meşandin. Bi taybetî cihên ku dixwazin vala bikin, agir pê dixin, bendavan çêdikin û di bin navê ewlehiyê de dorpêç dikin. Ev der bi taybetî cihên li xeta sînor ên Kurdistanê ne. Dixwazin gel ji van herêman derbixin û parçebûna Kurdistanê misoger bikin.
 
* Em dibînin ku di warê ekolojîk de di navbera bertekên li hemberî rûxandina dewletê ya li Tirkiye û Kurdistanê de ferq heye. Dema ku mijar Kurdistanê be, bertek kêmtir in. Hûn vê dikarin bi çi girê bidin?
 
Li herêmên Tirkiyeyê ku ji bo rantê daristan tên şewitandin kesên ku bertek nîşan didin û dixwazin ku ev qirkirin bê rawestandin divê ji şerê li Kurdistanê tê meşandin re bibêjin na û divê ji polîtîkayên dewletê re jî bibêjin na. Lê ev hişmendî kêm e. Li Kurdistanê jî bi destên dewletê heman komkûjiya xwezayê tê kirin. Divê ji bo hemû cihan dengê me bigihîje hevdû. Lê belê ev deng têr nake. Li Cûdiyê jî şewat derket, li Akbelen û Antalyayê jî dar tên birîn û şewitandin. Kesên ku dibêjin ez li vî welatî dijîm li dijî şewat û talankirina wan deran tenê derdikevin,  dema ku mijar dibe Cûdî ji ber hişmendiya dewletê zêde dengek mezin tune ye ji wan deran. Pergala kapîtalîst bi gelek tiştan xwe dide meşandin. Ji van yek jî netewperestî ye. Ger ku îro li dijî kurdan ev netewperestî û hişmendî nehatibe belavkirin, îro xwezaya kurdan jî wek xwezaya Antalya û Akbelenê dê ji bo wê jî heman qîmet bihata dayîn. Lê mixabin ev mijareke kûr û dîrokî ye.  Em hêvî dikin ku di demên pêşiya me de ev nêzîkatiyên du alî zêdetir nebin û lihevhatina û piştvaniyê zêde biaxivin. Ji ber ku hewcedariya me bi piştgiriyê heye. Hewcedariya me ew e ku em bi heman refleksê xwedî li xwezayê derkevin. Em mil bidin milên hev ku bikaribin xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re biparêzin.  
 
* Di derbarê şewata daristanan û birîna daran de hewldanên we çi bûn? Ji van hewldanên we re tu bersiv hatin dayîn?
 
Hem di asta hiqûqî û hem jî di asta siyasî  û hem jî ji aliyê dîplomasiyê de hevalên me gelek xebat meşandin. Hewldanên me yên dawî yên li ser qirkirina xwezayê didomin û armanca me jî ew e ku vê qirkirinê bidin sekinandin. Ew gund û ax her çixwasî yên gundiyan bin jî gelek cih bi destên Waliyê Şirnexê wek “herêmên ewlehiyê” tên îlankirin. Ji ber vê yekê çûyîn û hatina wan gundan qedexe ye. Ji bo ku şewat bên vemirandin û birîna daran bê sekinandin me serî li Wezîrê Daristan û Xwezayê û Midûriyeta Daristanan ên Şirnexê da. Şewata ku bi destên leşkeran hat derxistin û bi raya giştî re jî hat parvekirin wan qebûl nekir. Lê belê ji wê rojê heta îro li dehan cihên Cûdiyê şewat derket. Lê ji ber ku bi hinceta ewlehiyê nahêlin em biçin û lêkolînê bikin derbarê şeatê de daneyên fermî di dest me de tune ne.  Polîtîqayên gelek cûda li ser xwezayê tên meşandin. Dibe ku derbarê wê de dosyeyek taybet were amadekirin. Li Şirnexê daran didin îhaleyê, dibirin, dikişînin û difroşin. Doza ku derbarê vê qirkirina xwezayê de hatiye vekirin hîna bi ecam nebûye. Vê qirkirinê  li Şirnex û Cûdiyê dest pê kir, lê belê îro li Gabar, Sêrt, Geliyê Godernê, Licê û Bêtlîsê belav bûye. Weke mînaka tecrîdê dewletê cihek ji xwe re mînak girt, dest danî  ser wê derê, polîtîqayêk da meşandin û di wan polîtîqayên xwe de li gorî xwe bi ser ket. Kesekî li hemberî vê dengek mezin derxîne û vê rewşê bide nîşandan derneket. Dewletê jî  polîtîqayên xwe berdewam kir.   
 
* Nêrîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku dibêje “Her ku qeyrana modernîteya kapîtalîst kûr bibe dê wêrankirina ekolojîk jî zêdetir bibe” tê zanîn. Em dikarin vê qirkirina ekolojîk weke qeyrana modernîteya kapîtalîst bibînin? Rêya derketina ji vê qeyranê çi ye?
 
 Ev pergala kapîtalîst ku hatiye avakirin ne bi tenê li ser mirovan, li ser  civakê û xwezayê jî dixwaze hukum bike. Gava ku li ser xwezayê hikmê xwe da destpêkirin raste rast mudaxeleyî xwezayê kir lê ev yek ne bi carekê re kir bi salan dewam kir û niha encamên wê derdikevin holê. Îro li cihanê qirêj kirina hewayê tê nîqaşkirin û bi dehan peyman hatin îmzekirin. Pirsgirêka avê dîsa pirsgirêkeke gerdûnî ya encama polîtîkayên modernîteya kapîtalîst e. Di heman demê de germbûyîna gerdûnî derketiye holê. Ji ber vê yekê erd zûha dibin û li hin welatan jî lehî radibe. Ev hemû bandorê li hev dikin. Divê li ser ku em ê çawa ji vê qerana gerdûnî xilas bibin miqaş bên kirin. Di paradîgmaya netewa demokratîk de civaka ekolojîk a demokratîk esas tê girtin û sedemên qeyrana ekolojiyê ku ji ber kapîtalîzmê derketiye holê bi paradîgmaya Birêz Ocalan ji holê radibin. Ji ber ku di vê pergalê de sedemên ku xwe ji xwezayê mezintir dibînin ji holê radibin. Hukmê kesan ji holê tê rakirin. Tu çiqasî bi awayê wekhev, azad û di nava jiyana komunal û civakî de bijî tu yê xwezayê ew qas fêm bikî û bijî.  Wê demê hemû pirsgirêkên xwezayê jî dê çareser bibin. Çareserî di pergala ekolojîk a civaka demokratîk de ye, ne di destên kesên sermayedar û alîgirên wan de ye. Dema ku xweza bi destên civaka azad û wekhev bê parastin wê demê wê pirsgirêka ekolojiyê jî ji holê rabe.