Bermahiyê diavêjin Gola Wanê û heriya binî jî diavêjin peravê

  • 09:02 10 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
WAN - Fabrîqeya Çîmentoyê ya Wanê bermahiyan dirijîne Gola Wanê û hefteya borî ajansa me dîmenê vê yekê parvekiribû. Cigira ÇEVDER’ê Arzu Dînçer, diyar kir ku tevî Gola Wanê di bin parastinê de ye jî tedbîr nayê girtin û got: "Der barê avêtina bermahiyan de tu tedbîr nayên girtin û ji ber vê jî roj bi roj gol ber bi tunebûnê ve diçe."
 
Fabrîqeya çîmentoyê ya li 54 sale li Artemît a Wanê faliyetan dimeşîne, heta niha di gelek alî de dibe sedema qirêjiya hewayê. Fabrîqeya ku 134 metre durî peravê hatiye avakirin, hefteya borî hat dîtin ku bermahiyan davêje golê.  Li aliyê din hat hînbûn ku şaredariya qeyûm ku axa bin avê paqij dike li peravê dihêle. 
 
Cigira serokatiya Komeleya Pêşxistin û Parastina Berhemên Dîrokî û Derdorê ya Wanê (VAN-ÇEVDER) Arzu Dînçer der barê mijarê de axivî. 
 
Xetereyek mezin ava dike
 
Arzuyê daxuyakirin ku fabrîqeya çîmetoyê 134 metre ji golê dûr e û bi vê re binpêkirina perqavê tê jiyîn û ev zirarek mezin dide Gola Wanê. Arzuyê wiha domand: “Gola Wanê bi herikîna kanalizasyona 56 hezar metrekup qirêj dibe. Fabrîqeya çîmentoyê di 1969’an de  li peravê ava bû. Mixabin divê li peravê nehatiba avakirin. Di heman demê de demên dawiyê em bi germahiya global re rû bi rûne. Hemû çemên ku Gola Wanê xwedî dikin her diçin ziwa dibin.
Qadên avê yên derdora golê ji ber qirêjî û germahiya global ziwa dibin.”
 
‘Heriyê derdixin û di cih de dihêlin' 
 
Arzuyê her wiha got li navçeya Tuşba ya Wanê tevî ku parzûnkirina biyolojîk a pêşketî heye jî, qirêjiyeke hezar û 800 lîtreyî heye û wiha dirêjî daye: “Nêrîneke wekê ku her roj ji Gola Wanê heriyê derdixin hat afirandin. Gotin ji Tuşbaye heta Artemîtê ji 500 metre kareyi ev herî hatiye derxistin. Lê vê herî ji binî derdixin li riya perava Zanîngehê dihêlin. Li çar taxên Tuşbayê welatî ji ber bîhna çiravê nikarin li malên xwe bisekinin.”
 
‘Wisa biçe wê gol bibe çirav’
 
Arzuyê destnîşan kir ku qanûna parastina Gola Wanê hatiye derxistin û piştî vê qanûnên binpêkirinên peravê zêdetir bûne û li herêma Artemîtê binpêkirin zêdetir bûye. Arzuyê bi lêv kir ku ger wisa biçe ji ber germahya global wê Gola Wanê bibe herî. 
 
‘Piştî qeyûman qirêjî zêde bû’
 
Arzuyê balkişand ser pêkanînên qeyûman û daxuyakirin ku piştî tayînkirina qeyûman qirêjî zêdetir bûye û der barê avêtina bermahiyan de tu tedbîr nayên girtin û ji ber vê jî roj bi roj gol tûne dibe.