Cerdevan li herêma Kuştiyan a Gabarê xwezayê talan dikin

  • 13:56 13 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Dewleta tirk bi destê cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi birîna daran kir. 
 
Bi sala ye li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên Şirnexê bi destê cerdevanan û di bin çavderiya leşkeran de dar tên birîn. Li herêmên navborî heta niha bi sedhezaran dar hatine birîn û dewletê niha jî li qadên nû dest bi birîna daran kir. 
 
Dest bi birîna daran kirin
 
Yek ji herêmên di bin navê lêgerîna petrolê de ev zêdetirî saleke dar lê tên birîn Gabar e. Şêniyên herêma Kuştiyan a Gabarê dan zanîn ku li herêma wan di bin navê lêgerîna petrolê de zêdetirî 10 roj in dar tên birîn. 
 
Di dîmenên ku me dest xistin de xuya dibe ku gelek dar hatine birîn.