Darên li Başûr dibirin û dişînin Bakur

  • 13:08 17 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li devera Sindî û Rêkan ya ser bi herêma Behdînan a li parêzgeha Dihoka başûrê Kurdistanê bi hezaran darên ter dibirin û didizin dişînin bakurê Kurdistanê.  
 
Dewleta Tirk bi çekên giran û balafirên şer êrişê Herêma Kurdistanê dike û xwezaya Başûrê Kurdistanê talan dike. Dîmenê ku di ROJNEWS'ê de hatiye parvekirin de talankirina xwezaya başûrê Kurdistanê radixe ber çavan.
 
Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, cerdevan û leşkerên Tirk li devera Sindî û Rêkan ya ser bi herêma Behdînan a li parêzgeha Dihokê bi hezaran darên ter dibirin û didizin. Di dîmenan de jî diyar dibe ku cerdevanên girêdayî dewleta Tirk bi dehan traktorên ji daran barkirî ber bi xaka bakurê Kurdistanê ve dibin.
 
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê bi dest ketine, artêşa Tirk bi hevkariya hin kes û aliyên başûrê Kurdistanê van daran dibire û derbasî bakurê Kurdistanê dike.
 
Ji bilî talankirina daristanên başûrê Kurdistanê, rojane di encama bombebaranên artêşa Tirk de jî bi sedan donim daristan û baxên welatiyan li başûrê Kurdistanê dişewitin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha ne Hikûmeta Iraqê ne ya Herêmê nejî ti sazî û rêxistinek jîngehê li beramberî vê talankariyê helwest nîşan nedane û lêpirsîn nedane destpêkirin.