Balkişandin ser krîza avhewayê û piştgirî dan mexdûrên erdhejê

  • 09:02 21 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
Habîbe Eren
 
BÛRSA - Komeleya Piştevanî û Alîkariya Jinan a Taxa Bariş, bi armanca bikarhêneriyê kêm bikin û piştgiriyê bidin dibistana li herêma erdjhêjê tê çêkirin, bi jinan re tezgaha berhemên kevn vekirin.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Jinan a Taxa Bariş, ya navçeya Nîlufer a Bursayê, bi armanca bikarhêneriyê kêm bikin û piştgiriyê bidin dibistana li herêma erdjhêjê tê çêkirin, bi jinan re tezgaha berhemên kevn vekirin. Li taxê 80 tezgah hatin vekirin û vekirin û berhemên li vir difroşin hatina wê ji bo dibistana ku şaredariya Nîluferê li Samandag a Hatayê wê çêbike bê şandin.
 
Keyaya taxa Bariş Sevîlay Karaca da zanîn ku yek ji armanca wan ev e ku balê bikşînin ser krîza avhewayê û wiha got: “Ev pirsgirêkek girîng a cîhanê ye. Heman demê de bi awayekî zêde dan û stant ê kirin. ji bo pêşî li vê bê girtin me ev organize kir. Armanca duyemîn jî eve ku pereyê ji vir bê qezenckirin wê ji bo dibistana ku şaredariya Nîluferê li Samandagê çêdike bê şandin.”
‘Başî li ku  be em ê li wir bin’
 
Sevîlayê daxuyakirin ku ji her kesî eleqe û bertekên erênî dibînin û mirov diyar dikin ku divê berhemên kevn zêdetir bên firotin û wiha domand: “Der barê vê de daxwaz hene. Em ê bi projeyên din bi komeleya xwe re alîkariyên xwe ji bo malbat û komên xwedî hewcedar pêk bînin. Başî li ku em ê li pey bin.”
 
‘Dixwazin berhemên kevn binirxînin’ 
 
Sevîlayê wiha dawî lê anî: “Navçeya Nîluferê li gorî navçeyên din yên Bursayê rewşa wan ya aborî baştire. Ji be vê digotin wê kes cilên hatine bikaranîn eleqeyê nebine. Lê em wisa nafikirin. Krîza aborî herdiçe giran dibe. Êdî her kes bi bandor dibe. Her kes dixwaze di alî aborî de vê binirxîne. Alavên kevn yên mala xwe dixwazin binirxînin.  Me piştî erdhêjê alîkariya cil û bergan kir. Lê hîna hewcedariya welatiyên erdhejzede hene. Em her tim alîkariya wan dikin. Ev organîzasyon jî yek ji wan e.”