Çopa valayî çemê Botanê dikin jehrê belav dike

  • 09:02 24 Cotmeh 2023
  • Ekolojî
 
Zelal Tunç
 
WAN - Ev du sal in şaredariya AKP’yî çopê valayî Çemê Botanê dike û ev  çop jehrê belav dike. ‘Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk a Entegreyê’ şaredariya HDP’ê di 2021’ê de kir faliyetê û biryar hat girtin ku çopê valahiyî tesîsê bikin. Tevî vê biryar pêk nayê.
 
Li navçeya Şax a Wanê Çemê Botanê bi rengê xwe mirovan matmayî dihêle. Lê ji ber şaredariya AKP’yî çopê li dora çem vala dike, ekosîstem zirarek mezin dibîne. 5 kîlometre dûrî navçeyê, li tenişta riya diçe Berwarîya Sêrtê, çopa malan, plastîk, sewalên mirî, bîhnek mezin li derdorê belav dike û bi bandora ba re dikevin nav çem. Her der veguheriye sergo û ji nav wê jî dûman hiltê. Hat hînbûn ku şaredarî ev du sal in vir wek qada çopê bi kar tîne. Hat diyarkirin ku ava çem wek ava vexwarinê jî tê bikaranîn û ji ber çop tevli avê dibe jiyana zindiyan tehdîd dike. Çopa di navbera çem û rê de ye li tekerên wesayîtên ku derbas dibin digere û li qadek dirêj belav dibin.
 
Biryarên hatine girtin tên binpêkirin
 
Li aliyê din di dema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê (YE) li ser riya Westan û Qelqelî ya Wanê di 2021’ê de ‘Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk a Entegreyê’ hat avakirin û biryar hat girtin ku çopê valahiyê vê tesîsê bikin. Tevî vê biryarê şaredariya AKP’ê çopê li wir vala nake. Qeyûm çopa xwe li çemê Botanê vala dike.