Kesên daran bibirin wê werin cezakirin

  • 10:47 5 Mijdar 2023
  • Ekolojî
 

 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Parastina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku her kesê darên ter û kesk bibire wê were cezakirin, yan jî girtin.
 
Desteya Parastina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku her kesê darên ter û kesk li herêmê bibire wê bi 500 hezar dînar were cezakirin. Herwiha hate gotin ku ji bilî cezayê pere, wê ew kes hinek caran ji bo 3 mehan jî werin girtin.
 
Hêjayî gotinê ku ji ber xemsariya Hikumeta Herêmê, her sal bi hatina zivistanê re, li herêmên çiyayî gelek darên bi temen tên birîn. Hin kes van daran ji bo xwe zivistanê bi wan germ bikin dibirin û hin kes jî ji bo ku bifiroşin dibirin.