Ava Çemê Kurayê ji ber hişkayiyê kêm bûye

  • 09:02 9 Mijdar 2023
  • Ekolojî
 
Rojda Aydin
 
ERDEXAN - Çemê Kurayê ku ev 5-6 salên dawiyê ye ji ber hişkayiyê ava wê kêm bûye, îsal ji ber germahiyê jî ava wê kêmtir bûye.  
 
Çemê Kura ji derdora Gola Erdexanê dest pê dike û di ser Gurcistanê re derbas dibe, li bajarê Sabirabadê yê Azerbaycanê dikeve nav Çemê Aras û li Neftçala Rayonê diherike Deryaya Xezerê. Li peravên Kurê bajarên wek Erdexan, Borjomî, Gorî, Mtsheta, Tîflîs, Rustavî, Mîngeçevîr, Yevlah, Savûrabad, Şîrvan û Salyan hene. Tê gotin ku Çemê Kura ku çavkaniya xwe ji Çiyayên Allahuekber digire, dirêjahiya wê derdora 1515 km. ye. Dirêjahiya Kura bi qasî 189 km. ye.
 
Ji ber hişkayiyê av kêm bûye
 
Çemê Kurayê ku li Erdexanê bi nav û deng e, ji ber hişkayiya îsal ava wê gelek kêm bûye. Welatiyên derdorê anîn ziman ku ev 5-6 salên dawiyê ye çem gelek zuha bûye û îsal ji ber gelek germ bûye av kêmtir bûye. Li aliyekî ji ber hatina payîzê darên derdorê ku hemû zer bûne, dîmenekî bêhempa derxistiye holê.
 
Derdora çem tije çop bûye
 
Her wiha hat dîtin ku derdora çem û nava çek tije çop bûye. Ev yek dîmenekî nexweş jî derxistiye holê. Li aliyekî dinê jî li gor agahiyên herêmî ava kanalîzasyonê berî ku ji parzînê derbas bibe tevlî çem dibe û welatî ji vê yekê ne razî ne.