Li Dêrsîmê qirkirina ekolojiyê giran dibe

  • 09:03 14 Çile 2024
  • Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
 
DÊRSÎM - Seroka Komeleya Derdorê ya Munzurê Hatun Esen diyar kir ku qirkirina ekolojiyê ku dibe sedem surguna sêyemîn her diçe giran dibe û got: “Di bin van axan de mirinên me hene. Em xwe rêxistin nekin wê ne av ne pîrozhiyên me ne jî gund bimînin.”
 
Erdnîgariya Dêrsîmê ji aliyê dewlet û hevkarên wê ve tê qetilkirin. Bi çêkirina bendav, HES, kanên madenê, turîz û hinceta ewlehiyê tên talankirin. Di 1971’ê de Geliyê Munzurê wek ‘Parka Netewî’ hat îlankirin û tevî vê projeyên maden û bendavê dikin jiyanê. Seroka Komeleya Derdorê ya Munzurê Hatun Esen der barê projeyên qirkirinê de axivî. 
 
‘Mirinên me di bin wan axan de ne’
 
Hatunê da zanîn ku hewl tê dayîn gel ji xwezayê qut bikin û got: “Cihên pîroz ên gelê Elewî hedef digirin. Ew der tune bibin wê cihê jiyana me tunebe. Cevîzlîdere wê ji zindiyan re bibe gor. Qirêjî wê biherike ava Munzurê ji wir jî biherike çavkaniyên avê. Vê pêvajoya ku pirsgirêka ava paqijiyê heye wê jiyana me tune bibe. Divê em xwedî li axa xwe derkevin. Di bin van axan de miriyên me hene. Ev ax pîroz e. Divê gel di hişmendiya vê de be.”
 
‘Hevkar sûcdar in’
 
Hatunê da zanîn hevkar sûcdar in û wiha dirêjî dayê: “Ji 38’an heta niha hemû aliyê li Dêrsîmê dijîn bi dewletê re hevkariyê dikin. Bi xwediyên madenê re hevdkariyê dikin. Hemû hevkar sûcdar in. Berê daristanên me dişewitandin. Niha jî dibirin tune dikin. Av, çiyayên me pêşkêşî sermayedaran dikin. Koçberkirinê dîsa dest pê kir. Tevî ava Munzurê di bin parastinê de ye, madeyên bi zirar tevli avê dibin. Li welat hiqûq tune ye. Çem tê tunekirin. Hinekan çav berdane vê avê. Ava Munzurê heta Korfeza Bafra diçe. Binesaziya me ne baş e lê bi hezaran kesî di bin navê turîzmê de dibin wir. Ev ne rast e.”
 
‘Ji bo cihan ruhsat hat dayîn’
 
Hatunê bal kişand ser dayina ruhsatê û wiha dawî lê anî: “Xweza bi qetilkirinê re rû bi rûye. Ji bo ji sedî 50’yê Dêrsîmê ruhsat hatiye dayîn. Divê em li dijî şîrketên madenê baldar bin. Divê her kes xwedî li axa xwe derkeve. Em xwe rêxistin nekin ne av, ne ax me wê nemîne. Divê em xwe rêxistin bikin. Wekî din rê tune ye. Divê em koçberiya sêyemîn nejîn.”