Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn

  • 16:19 3 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
AMED - Tevgera Ekolojiyê birîna darên Baxçeyên Hewsela ku di lîsteya UNESCO’yê ya Mîreteya Çanda Cîhanê de cih digire, ragihand. 
 
Saziya Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Baxçeyên Hewselê yên li navçeya Sûra Amedê xist nava Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê. Tevgera Ekolojiyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî qirkirina daran da. 
 
‘Em mijarê ji nêz ve dişopînin’
 
Tevgera Ekolojiyê di parvekirina xwe de ev tişt anîn ziman: “Di sala 2014’an de li Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê fermana birîna 10 hezar daran da û piştî nerezîbûnan 9 hezar û 300 dar ji qirkirinê xelas bûn. Lê belê wek komele û aktîvîstên hawîrdorê, me lêkolîn kir û dît ku, wekî qirkirina sala 2014’an qirkirineke daran heye û me ev yek bi wêneyan piştrast kir. Dîsa bi hinceta ‘Darên ziwa, em kezaxkirinê dikin’ dest bi senaryoyê kirine. Bi roj veşartî daran dibirin û şev di tariyê de jî daran ji wir dûr dixin. Divê yên ku hewl dan ku di sala 2014’an de daran bibirin û ji ber bertekan nekarîne nekarîne vê yekê pêk bînin baş zanibin ku: ev bajêr bêxwedî nîne. Em mijarê ji nêz ve dişopînin.”