'Sedema qirkirina ekolojîk qeyûm in'

  • 09:03 17 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hevseroka ÇEVDER’ê Arzu Dînçer li dijî xetereya tunebûna Gola Wanê ku ji ber texrîbatên projeyên qeyûm û saziyên fermî hatiye vê astê, nirxandin kir û got: “Sedema qirkirinên mezin yên derbarê ekolojiyê de polîtîkayên qeyûm in. Bajarên ekolojîk pêkan e.”
 
Li germahiya global polîtîkayên qeyûm zêde bûn. Gola Wanê ji her çar alî ve pêşkêşî saziyên fermî hatiye kirin û li aliyê din jî gola Wanê ji ber kanên maden, keviran bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev. Hevseroka Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Parstina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Arzu Dînçer derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Nebûna berfê karaseteke’
 
Arzuyê daxuyakirin ku cîhan bi xetereya krîza avhewa û germahiya global re rû bi rû ye û wiha vegot: “Li Wanê zivistanê berf zêde bû. Lê niha em di meha sibatê de ne hîna berfa em dipên tuneye. Nebûna berfê jî çavkaniyên avê bi awayekî neyînî bandor dike. Nebûna berfê karasete. Ji ber vê Gola Wanê jî metreyan vedikişe.”
 
Gol bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye
 
Arzuyê desnîşan kir ku Gola Wanê ligel germahiya global bi destê mirovan jî tê qirêkirin û got: “Qirêjiya golê de 56 hezar metrekup bermahiyên kanalîzayson û çope. Ev roj bi roj zêde dibe. 19 avên ku golê xwedî dikin, tên qirêjkirin. Ji ber vê jî gol ji ber qirêjî û germahiya global tune dibe. Ji gundê În a Westanê heta gundê Karatavuk a Erdîşê qada 430 metrekareyî a peravê ji aliyê sazî û avahiyên fermî ve tê dagirkirin. Ev jî bandorek neyînî li ser jiyana zindiyan dike. Kanên kevir, kanên madenê, projeyên HES’ê jî bandorek mezin li ser golê dikin. HES di qirêjbûnê de rolek aktîf dilîzin.”
 
‘Divê xesasiyetên bajar li ber çavan bên girtin’
 
Arzuyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gravên girîng yên golê hene. Gola ku divê bi van re ji turîzmê re bê vekirin her diçe bi xetereya tunebûnê re tê rû hev. Hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in. Divê hewldana ewil a şaredariyan ekoloji be. Divê li dijî ekolojiyê xesas bin. Divê rêveberiyên herêmê xesasiyetên bajar li ber çavan bigirin. Sedema qirkirinên mezin yên der barê ekolojiyê de polîtîkayên qeyûmin. Bajarên ekolojîk pêkanin.”