Ezmûna aktîvîstên ekolojiyê: Divê madenên zêr bên girtin

  • 09:09 23 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
ERZÎNGAN - Parêzvana jiyanê Fusun Kayra bal kişand ser rewşa Lîcîkê ya ku hatiye dorpêçkirin û got: “Lîcîk ezmûna aktîvîstên ekolojiyê ye. Di pêvajoya ku qirkiririna ekolojiyê ya herî mezin hat jiyîn divê her kes li vir bûna.”
 
Li navçeya Lîcîk a Erzînganê  di 13’yê sibatê de li Madena Zêr a Çopler ya ku Madenvaniya Anagold û Çarlikê  ji Kanûna 2010’an de ye lê hilberîna zêr dike, hezaz pêk hat. Ji 9 karkerên di bin axê de maye hîna agahî nehatiye girtin û der barê hezazê de 9 kes hatin binçavkirin, lisansa şîrketê hat betalkirin.  Madena ku berê 4 caran kapasite zêde kir û maden herêmeke ku bajarên Sêwas, Meletî û Dêrsîmê jî bandor dike. Ligel wê hema bendava Bagişaş heye û gelek nêzî Çemê Firatê ye.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra da zanîn ku ji ber qezaya li Lîcîkê gelê Lîcîkê hatiye cezakirin û li dijî vê wezareta bajarvanî û derdorê, rayedarên asta jor ên şîrketê û ji desthilatdariyê kes nehatiye darizandin. Fusunê got divê gelê Lîcîkê tenê neyê hiştin û got: “Lîcîk ezmûna aktîvîstên ekolojiyê ye. Mirinên zindî destpê kirine. Divê aktîvîstên ekolojiyê demildest li herêmê analîzên ax, av û hewayê bikin."
 
‘Li Lîcîkê bêdengiyek mezin û şîn heye’
 
Fusunê destnîşan kir ku Lîcîk ji qada xwecîhbûnê derketiye û wiha dirêjî daye: “Ev der nebûya bajaroka madene bûye maden bixwe. Li vir kes bi kesî re naxive. Ez çûm malên şînê, çûm mala karkeran. Ji ber cenaze tunene mirov nikarin bêjin serê we sax be. Bêdengiyek mezin heye.”
 
‘Lîcîk di bin dorpêçê de ye’
 
Fusunê, destnîşan kir ku ji Stenbolê ji tevgera ked û ekolojiyê kes hatin û li sînorê Sêwasê hatin sekinandin û wiha dirêjî daye: "Li cihên dimînin daxuyanî tên dayîn lê ev têr nake. Ji ser Meletiyê mirov dikarin biçin Lîcîkê. Lê gelek caran me didin sekinandin. rojnameger aktîvîst û kesên din tên sekinandin. Tenê Îlîçî dikarin biçin wir. Ez her tim hatim sekinandin û westiyam. Gelê Lîcîkê tenê ye û hewce pê heye em ligel wan bin. Divê em bêjin ‘hûn ne tenê ne, ev karaset ne tenê we, me hemûyan eleqeder dike. Hewcedariya gel bi me heye.”
 
‘Ev ezmûna aktîvîsên ekolojiyê ye’
 
Fusunê, diyar kir ku malbatên 9 karkeran rewşê dizanin û di berdewamiyê de wiha got: “Li holê cenaze tune ne. Naxwazin vê qebûl bikin û înkar heye. Hêvî heye lê ew jî qedyaye. Ev rewşek bi êş e. Îlîç ezmûna aktîvîstan ekolojiyê ye. Di pêvajoya ku qirkiririna ekolojiyê ya herî mezin hat jiyîn divê her kes li vir bûna. Welatî ji ber girtina madene bi fikarin. Salekê bê girtin 4 hezar û 200 kes wê çi bikin. Yên hatine girtin jî  ji Îlîçê ne. Bêguman wê rayedarên şîrketan, wezaret, desthilatdariya siyasî berpirsyariyê negirtin. Li vir bi giştî 7 kes hatin girtin lê ew jî zarokên Îlîçê ne. Gelê Îlîçî ceza dikin. Bi lez û bez test hatin kirin. Ji testên ku ji av, hewa û axê kirin gotin qirêjî tuneye.”
 
‘Zindî jiyana xwe ji dest didin’
 
Fusunê, da zanîn ku divê tevgerên ekolojiyê demildest daxwazan bikin û divê demildest analîzên av, hewa û axê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê mînak jê bên girtin û bên nirandin. Wê demek nêz de mirina zindiyan destpê dike. Heta ya masiyan destpê kiriye. Lisansa şîrketê hat betalkirin. Madena ku berê 4 caran kapasite zêde kir û maden herêmeke ku bajarên Sêwas, Meletî û Dêrsîmê jî bandor dike. Lê betalkirina lînansê têr nake. Divê maden bi giştî bê girtin. Çûyîna Lîcîkê zehmet jî pêkane. Ev ezmûna aktîvîstên ekolojiyê ye. Divê em vê bikin rojeva xwe.”