'Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya girtiyan bidome'

  • 09:06 28 Adar 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Demet Resuloglu ya di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Şakranê tahliye bû, diyar kir ku di pêvajoya greva birçîbûnê de zextên li girtîgehan zêde bûne, di vê pêvajoyê de rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin nekiriye. Demetê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan wek ‘ev darbeyeke li hember gelê Kurd e’ nirxand.
 
Girtiyan bi dirûşma, "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û grevê 120 roj drebas kir. Li Girtîgeha Jinan a Şakranê zextên li ser girtiyan di vê pêvajoyê de hîn zêdetir bûn. Demet Resuloglu ya di 4’ê Adarê de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê tahliye bû der barê grev û zextên li girtîgehê de axivî.
 
Demet ku bi salan di bankayên taybet de xebitî piştî teqawît dibe, di 2014’an de dibe hevseroka HDP’ê ya Kirşehîrê. Di 2016’an de tê girtin û dibin Girtîgeha Tarsûsê. Ji wir surgunê Sîncanê dikin. 5 salan li Sîncanê girtî dimîne. Nexweşiyên wê rû didin. Piştre dişînin Girtîgeha Şakranê û di 4’ê Adara 2024’an de hat tahliyekirin.
 
‘Di pêvajoya grevan de hevdîtin nehatin qebûlkirin’
 
Demetê got grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan bi serkeftî didome û got: “Li Şakranê jî bi awayekî dorveger grev derketine 15 rojan. Girtîgeha Şakranê bi tena serê xwe komarek e. Midûra lijneyê Meltem Babaoglu ye. Bêyî agahiya wê derzî jî nayê firotin. Hevdîtinên bi midûr re nayên kirin. Em ji hev qut bûne. Qawişeke FETO kirine navbera me. Qawişên me ji hev dûr dixin.”
 
‘Li girtiyên dikevin grevê lêpirsîn’ 
 
Demetê da zanîn li girtiyên dikevin greva birçîbûnê muameleya nebaş tê kirin û wiha domand: “Der barê girtiyên dikevin grevê de lêpirsîn tê destpêkirin. Cezayên ragihandinê didin. Li du girtiyan bêyî lêpirsîn cezayê ragihandinê hat dayîn. Ev polîtîkayên çewisandinê ne. Niha mehekê carê derdixin sporê. Pirsgirêka pirtûkan heye. Du mehan carê tên.  Di navbera 21 û 7’ê mehê de dişînin. Lêkolînên qawişan pirsgirêkek mezin e. Di dema lêgerînan de her derê tar û mar dikin. Bi detektor û kamerayan lêgerînê dikin. Grevên birçîbûnê wê bidomin. Şakran wek cihê sirgunan tê venasîn. Hevalên me yên nexweş hebûn. Hîna girtîne.”
 
‘Li hember girtiyên siyasî nêzîkatiyek cuda’
 
Demetê daxuyakirin ku li hember girtiyên siyasî nêzîkatiyên cuda hene û girtiyên muebeta giran girtine di bin şertên giran de ne û wiha balkişand ser lêgerînên tazî: “Ez ê li nexweşxaneyê bihatama razandin. Ez birim qawişa mehkûman. Lêgerîna tazî ferz kirin. Min red kir. Min got ez dermankirinê jî red dikim. Binpêkirinên mafan û zext di pêvajoyên greva birçîbûnê de zêde bûn. Li girtiyan cezayê ragihandinê dihat birîn. Ev jî dikirin hinceta şewitandina înfazê.”
 
’36 meh in em ji serokatiya xwe agahiyê nagirin’
 
Demetê di berdewamiyê de behsa Lijneya Îdarî û Şopandinê kir û got ev lijne tena serê xwe înfazek bê daraz e û got lijne li girtiyan poşmaniyê ferz dike. Demetê wiha bi lêv kir: “36 meh in em ji Îmraliyê ji serokatiya xwe tu agahiyê nagirin. Ev tecrîda herî mezin e. Grevên birçîbûnê heta ku tecrîd bidome, heta ku agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê girtin wê bidomin. Jin wê di vê sedsalên de serkeftinê bi dest bixin. Di vê pêvajoyê de em ji dil bi hêz û berxwedana jinê bawer dikin. Ez hemû hevalên xwe, têkoşîna wan ji dil silav dikim.”