Li Rojhilata Navîn zarokbûn…(5)

  • 09:03 19 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Tunusê mafê zarokan: Pirsgirêk û hêvî
 
Derya ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji welatên ji bihara Ereban bi bandor bû Tunus bû. Li Tunusê di salên dawî de tevî di qanûnan de sererastkirin hatine kirin jî sûcên li hember zarokan didomin. Zarok bi awayekî baş nikarin xwe bigihînin mafên xwe.
 
Tunus welatekî xwedî çand û dîrokek dewlemend e û welatekî Bakurê Afrîkayê ye. Ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye. Di demên modern de jî guherînên girîng ên civakî û polîtîk jiya. Piştî Bihara Ereban a 2011’an şûnde, li welat pêvajoya derbasbûna demokrasiyê û li welat di mijara mafê mirovan û zarokan de gavên girîng hatin avêtin. Tunusê ku îmze avêt peymanên navneteweyî, sererastkirinên qanûnî yên mafê zarokan diparêze kiribû. Lê ev gav çiqas ketin jiyanê û bi bandor bûn, wek pirsnîşanan derketin holê.
 
Sûcên li hember zarokan û xebatên hatine kirin
 
Li Tunusê sûcê li hember zarokan wek pirsgirêkek girîng dertê holê. Îstîsmar, binpêkirin, di temenê biçûk de zewicandin û xebitandin, di nav van sûcan de cih digirin. Dewlet û saziyên civaka sivîl ji bo têkoşîna li dijî van sûcan, kampanyayan pêk tîne û xebatên cur bi cur dimeşînin. Bernameyên perwerdeyê, sererastkirinên qanûnî û der barê mafê zarokan de faliyetên hişmendikirinê di nava xebatên tên kirinê de ne. Ev hewldan, di mijara pêşîgirtina sûcên li hember zarokan de gavên girîng bên dîtin jî, ji bo  pirsgirêk bi giştî bên rakirin divê zêdetir hewldan bên dayîn.
 
‘Îstîsmara zarokan’ û di temenê biçûk de xebitandin
 
Îstîsmara zarokan û di temenê biçûk de xebitandin, yek ji mînakên herî bi êş ya binpêkirina mafan a zarokan e. Ev binpêkirin dikare zirarê bide pêşketina fizîkî, psîkolojîk û civakî ya zarokan û bi awayekî neyînî bandor bike. Dewlet di mijara xebitandina zarokan de û îstîsmara zarokan de hinek tedbîr girtibin jî ji kokê çareser nekiriye. Di vê mijarê de xebatên rêxistinên civakî, hewldanên dewletê, xebatên hişmendîkirina civakê û piştgiriya ji bo zarokan dikare rolek girîng bilîze.
 
Di salek dawî de mafê zarokan
 
Di sala dawî de li Tunusê di alî xwegîhandina mafê zarokan de pêşketin, hêviyê didin û di heman demê de jî qels tên nirxandin. Hikûmet û saziyên civaka sivîl, di mijara mafê zarokan de û parastina wan de gav avêtine lê ev gav ji bo girtina encamê dibe ku demê bigire.
 
Nêrînên rêxistinên civaka sivîl
 
Rêxistinên civaka sivîl li Tunusê di mijara mafê zarokan de wek navenda bi bandor a girîng faliyetan dimeşîne. Ev rêxistinên der barê binpêkirina mafên zarokan de belgeyan digirin, ji bo hişmendiya rayagiştî zêde bikin û yên polîtîkayan çêdikin hestyar bikin xebatan dimeşînin. Bi taybet ji bo başkirina xizmetên perwerde, tenduristî û civakî, ji bo girtina tedbîran a li dijî îstîsmar û binpêkirina zarokan bang dike. Saziyên civaka sivîl ligel dewletê piştgiriya civaka navneteweyî jî digire û di mijara mafê zarokan de xebatan dimeşîne. Ev xebat piştgiriyê dide ku mafên zarokan bikevin bin ewlehiyê.