Êrişa li hemberî çapemeniya kurd li Brukselê hat şermezarkirin

  • 16:12 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa li dijî studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV’ê li Brukselê li ber Qesra Edaletê hate protestokirin.
 
Li dijî êrişa polîsên Belçîkayê ya li ser studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV’ê li ber Qada Poel Art a li ber Qesra Edaletê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li ser banga kedkarên Çapemeniya Kurd hate lidarxistin. 
 
Xebatkarên Medya Haber TV û Stêrk TV, rêxistinên civakî yên sivîl, çapemeniya Belçîka, sendîkayên çapemeniyê, kedkarên çapemeniya azad, Siyasetmedarê Kurd Emîn Pencwînî, hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever, endamên NAV-BEL’ê, endama KNK’ê Nîlufer Koç jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakvanan derî û qemereyên ku polîsan li avahiya televîzyonê şikandibûn, anîn cihê çalakiyê. Di çalakiyê de pankartên bi Flamanî, Îngilîzî û Fransî li ser “Ma ji kurdan re azadiya çapemeniyê nîne?”, “Hûn nikarin kurdan bêdeng bikin” û “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hatibûn nivîsîn, hatin vekirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê çalakî destpê kir.
 
Hevserokatiya NAV-BEL’ê wiha got: “Ev operasyon ji bo krîmînalîzekirina çapemeniya kurd û qutkirina dengê me, hate kirin. Em vê êrişê qebûl nakin.”
 
Li ser navê TJK-E’yê Kezban Dogan jî êrîşa li dijî Çapemeniya Azad şermezar kir û got: “Hûn nikarin me bêdeng bikin. Çapemeniya Azad wê bêdeng nemîne.”
 
Ji kedkarên Medya Haber TV’ê Heval Arslan jî ev tişt got: “Tevî ku anaxtar jî hebûn, polîsan 98 dolab û 41 deriyên me şikandin. Çapemeniya Azad ji bo Tirkiyeyê xeteriyeke mezin e! Ev êriş bi zexta Tirkiyeyê û bi daxwaza Fransayê pêk hat. Em vê êrişê qebûl nakin. Azadiya çapemeniyê ji bo hemû welatan heye, lê ji bo çapemeniya kurd nîne. Em ê teşhîrkirina sûcên Erdogan bidomînin.”
 
Ji Partiya Sosyalîst a Belçîkayê Maxîme Ramîrez jî bi Fransî axivî û êriş şermezar kirin.
 
Ji Aktîvîstên Aştiyê ya Belçîkayê Rîshî Sîng jî axaftinek bi Îngilîz hat kirin û nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî televîzyonên Kurd da.
 
Ji xebatkarên Stêrk TV Sebahattîn Gultekîn jî zext û komkujiyên berê yên li dijî çapemeniya azad bi bîr xist û got: “Îro Bruksel bûye paytexta êrîşan. Bûye navenda êrîşên korsanwarî. Em êrîşên li dijî çapemeniyê qebûl nakin. Divê her kes xwedî li Çapemeniya Azad û mafê xwe yê nûçewergirtinê, derbikeve.”
 
Ji Atkvîstên Aştiyê ya Belçîka-Maûrce Kohn jî axaftinek hat kirin û ev peyam hate dayîn: “Azadiya çapemeniyê ji bo her kesê girîng e.”
 
Ji xebatkarên Stêrk TV Hindirîn Hewramî jî di axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî êrîşan da.
 
Çalakvanan derî û kamerayên ku ji aliyê polîsan ve hatin şikandin, danîn ber Qesra Spî.