Jinên kantona Firatê namzedên xwe hildibijêrin

  • 12:17 28 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên hevşaredaran dest pê kir. Jin bi coşeke mezin berê xwe didin ser sindoqan.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê j hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan re demek kurt ma û dê di 30’ê Gulanê de werin pêkanîn.  Li aliyekî din tevgerên jinan û partiyên siyasî jî pêşhilbijartinên diyarkirina namzedên xwe dikin.
 
Di vê çarçoveyê de îro rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê dest bi xebatên pêşhilbijartinan li Kobanê û navçeya Eyn Îsayê kir. Her wiha tê payîn ku dê di 29’ê Nîsanê de jî pêşhilbijartinên namzedên jin ên navçe û bajarakên kantona Firatê pêk werin.
 
Di pêşhilbijartinên îro de, li Kobanê Mizgîn Xalib Elûş û Felek Yusif di dengdanê de cih digrin. Her wiha yên Eyn Îsa jî Sena Xelîl El-Ebo û Ayat Îsa Abdullah in.  
 
Ji seat 10’ê sibehê de jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji temenên 18 salî ber bi 100 salî ve bi coşeke mezin û bi berzkirina dirûşmên “jin, jiyan, azadî” berê xwe didin sindoqan û dengê xwe didin.