HDK: Bila herkes hêzê bide têkoşîna çîna karker

  • 16:34 28 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Meclisa Kedê ya HDK’ê bang li hemû karkeran kir ku di 1’ê Gulanê de bên Taksîmê û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku hêz bidin têkoşîna çîna karker a ji bo qezenckirina Taksîmê.” 
 
Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda xwe ya giştî ya li Beyoglû ya Stenbolê têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” hate berzkirin û ji Meclisa Kedê ya HDK’ê Sevîm Kaya axivî. Kaya, got ku 1’ê Gulanê sembola berxwedana li dijî şer, kedxwarî û cihêkariyê ye. 
 
Sevîmê, anî ziman ku ew di roja yekitî, têkoşîn û piştevaniya çîna karker û bindestan de ber bi 1’ê Gulanê ve dimeşin. Sevîm, diyar kir ku ew ê daxwaz û têkoşîna xwe di roja 1’ê Gulanê de di bin ala enternasyonal de bikin yek û li djiî serdestan bi yek dengî biqîrin. Sevîmê, daxuyand ku dê li dijî şer, kedxwarî, cihêkarî û faşîzmê mil bidin milê hev û li ber xwe bidin. 
 
Sevîmê, anî ziman ku ew ê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê û wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî tecrîdê û qirkirina jinan li Qada Taksîmê bin. Em ê li dijî tecrîd, qirkirina jinan û talankirina ekolojiyê bibêjin azadî û wekhevî. Em tevahiya gelên xwe û kedkaran di 1’ê Gulanê de vedixwînin Taksîmê.”