Zarok di şahiya bafirokan de hatin gel hev

  • 19:09 28 Nîsan 2024
  • Rojane
ÊLIH - Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji bo zarokan şahiya firandina bafirokan li dar xist. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Êlihê li qada seyrangehê ya li Çiyayê Qira ji bo zarokan aktîvîteya firandina bafirokan li dar xist. 
 
Di çalakiya bi kurdî hate lidarxistin de ewilî li rûyê zarokan bi boyaxên pastel wêne hatin xêzkirin. Pişt re zarokan bi malbatên xwe re bafirokên ku “Zimanê kurdî” li ser dinivîsî firandin.  
 
Dema zarokan bafirok difirandin, malbatên wan ên tev li aktîvîteyê bûn jî li ber dahol û zirneyê demekî dirêj govend gerandin. Aktîvîteya ku zarok pê keyfxweş bûn, bi gerandina govendê û firandina bafirokan bi dawî bû.