ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 29 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu xeta polîtîk a pêvajoya nû nirxand û got peyam û berpirsyariya gel di hilbijartinên herêmî de girtine ser milên xwe û wê nexşerêya xwe amade bikin. Halîdeyê wiha got: “Kampanyaya me; kampanyaya rêxistinbûn, hişmendiya îdeolojîk, perwerde û çalakiyan e.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran der barê tecrîd û binêpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku destpêka tecrîdê Îmrali ye û got feraseta girtîgehan nêrîneke dijminwî ye. DÎMEN HEYE
 
*Li Curnê Reş di 2’ê Hezîranê de gel ji bo hilbijartinên herêmî diçe ser sindoqan. Ji bo xwedîderketina îradeyê bang li gel tê kirin û bi taybet jî jin diyar dikin ku wê hilbijartina di 31’ê Adarê de bi dest xistine carek din bi dest bixin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Tevgera Zanîngeha Azad Fatmanur Guçlu da zanîn ku di 17’ê Nîsanê de kesên ku xwe wek MÎT dane nasîn ew tehîd kirine û got ew ê wek jinên ciwan û ciwan ê li dijî zextan bi têkoşîna rêxistinkirî bersiv bidin. DÎMEN HEYE
 
*Di 1886’an de  li Chîcago piştî meşa bi heybet 1’ê Gulanê wek roja piştevanî û berxwedana karker û kedkaran hat îlankirin. 138 sal tevî hemû zext, êrîş, qedexe û komkujiyan berxwedan bilind bû.
 
*Ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve bi dirûşmeya "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pêk hat û bidawî bû. Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar got: “Ji her çar parçeyê Kurdistanê tevlibûn çêbû. Di vî alî de xwebûn û yekbûn mijara gotinê bû.” DÎMEN HEYE