Gundê Gamêşvan bi rengê payîzê re xemilî

  • 09:02 29 Cotmeh 2023
  • Jiyan
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Bi hatina payîzê re gundê Gamêşvan a Patnosê bi rengê curbicur xemilî. Her wiha ji gelek deveran welatî berê xwe didin ava ku wek derman tê zanîn. 
 
Bi payîzê re germahiya hewayê dadikeve, dem bi dem baran dibare û li çiyayên bilind jî berf dibare. Xwezaya Serhedê bi rengên cur bi cur dixemile. Ev xemilandina xwezayê mirovan mest dike. 
 
Li gundê Gamêşvan a navçeya Panosê ya Agiriyê jî bi hatina demsala payîzê re xemla xwe digire. Welatiyên navçeyê berê xwe didin gund, agir pêdixin û seyranê dikin û masiyan digirin. Her wiha taybetmendiyeke gundê Gamêşvanê heye ku li vir avake serekaniyek heye 
 
Her wiha li gor gotinên şêniyên gund ava ku ji vir derdikeve şîfa ye. Ava ku bi asît e, tê gotin ku ji bo gelek nexweşiyan û bi taybetî jî ji bo kevirên gurçikan baş e. Şêniyên gund li gor derfetên xwe ji bo rehetî avê vexwin, bi betonê dora avê avakirine. Şêniyên ku ji bo şîfayê berê xwe dane vir, diyar dikin ku ji bo şîfayê ji bajarên cuda gelek kes tên li vir.